Birêz Mihemed Bin Silêman Elesîrî Konsûlê Giştî yê Şahnişîna Erebî Suudiye li Herêma Kurdistanê serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û 25.000 kîlo xûrma ji bo xelkên koçber û penaberan dabîn kir.
Birêz Mihemed Bin Silêman Elesîrî Konsûlê Giştî yê Şahnişîna Erebî Suudiye li Herêma Kurdistanê, li rêkefta 17.11.2024 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kir û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî guftûgo kirin û tekez li ser karê pêkveyî ya ji bo gihandina alîkariyan bi xelkên koçber û penaberan ya li paşerojeke nêzîk kirin.
Her li heman rojê birêz Konsûlê Giştî yê Şahnişîna Erebî Suudiye li Herêma Kurdistanê, 25.000 kîlo xûrma ku ji aliyê (Navenda Xêrxwaziya Şah Selman) ve hatibû dabîn kirin ji bo dabeşkirina li ser xelkê koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.