Birêveberê Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzm li Hewlêrê, amara kar û çalakiyên Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêrê li şeş meha yekema sala 2024 dixe rû.
Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêrê, navenda nîv xêrxwaziye û tevahiya xizmetguzariyên wê ji bo xelkê kêmdahat û bê beranber pêşkêş dike. Li vê navendê de çavdêrî û rahênan û şiyandinê ji bo wan zarokan dike tuşî Otîzmê bûne. Navenda Îmaratî ya Otîzmê li meha kanûna duyema sala 2021 bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî ku hev dem Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye damezrandin û muhleta karkirinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.
Ji aliyê rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birê (848.598.000) dînarên Iraqî wekî palpiştiya darayî ji bo vê navendê hatiye dabîn kirin. Avahiya vê navendê ji aliyê Heyva Sora Îmaratî ve hatiye avakirin û ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê birêvebirin. Hewl tê dayîn li paşerojê de ev navend bibê navendeke xwe birêvebir, li niha de jî yek ji baştirîn navendên Otîzmê ye li Iraq û navçeyê de.
Birêz Şaman Cume Nadir Birêveberê Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêrê, di derbarê kar û çalakiyên Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêrê şeş meha yekema sala 2024 bi malpera fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: “Li şeş meha yekema îsal (2024) zêdetirê 98 zarok bi her du dewamên sipêdehiyan û êvaran rahênanê wergirtine. Li mehekê de zarokên sipêdehiyan 70 demjimêr rahênanê werdigrin û li dewama êvaran jî 40 demjimêr rahênanê werdigrin.”
Birêveberê Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêrê eve jî xisterû ku heta sala 2024 zêdetirê 60 zarokan li her du dewamên sipêdehiyan û êvaran de vegerandine di nava navendên xwendinê bi her du astên bexçeya zarokan û xwendingehan. Tekez jî li wê yekê kir ku ew bernameya li proseya rahênan û şiyandina zarokên Otîzmê li navendê de kar bi wan tê kirin, pêkhatine ji Lovas pêks (ABA TEACCH), her wiha li rêya rêberê nirxandina karameyiyên bingehîna fêrbûn û ziman û nirxandina karameyiya wan zarokan tê kirin û bernameya perwerdeya takekesî (IEP) ji bo her yek ji zarokan tê danîn. Tîmekî pizîşkî jî li pîsporiyên cûda yên wekî (pizîşkiya derunî, pizîşkiya mejî û demar, pizîşkiya giştî ya zarokan) heftane ji nêzîk ve zarokan dibînin û çavdêriya tendirustiya wan dikin. Wekî behs kir, salane jî geşta taybetî û çalakiyên cûr bi cûr ji bo xwendingehên Navenda Îmaratî ya Otîzmê têne encamdan.