Danîna berdê bingeha Navenda Hişyarî û Şiyandina Tuşbuyên Maddeyên Hişbir

Li ser raspardeya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdê bingeha Navenda Hişyarî û Şiyandina Tuşbûyên Maddeyên Hişbir hate danîn ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina (LDS) ya Amerîkî ve tê avakirin.
Bi amadebûna rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku heman demê de Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, li rêkefta 26.11.2024 rêwresma danîna berdê bingeha “Navenda Hişyarî û Şiyandina Tuşbûyên Maddeyên Hişbir” li Hewlêrê birêveçû. Li vê rêwresmê da ku berpirsê Dêra (LDS) ya Amerîkî li Rojhilata Navîn û hejmarek ji berpirsên hikûmî û rêxistinên navdewletî amade bûn, di destpêkê de rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziyê ye berdê bingeha Navenda Hişyarî û Şiyandina Tuşbûyên Maddeyên Hişbir li Herêma Kurdistanê tê danîn. Bi taybetî ku cenabê Serok Barzanî li çend rojên derbasbûyî li konferansa (MEPS) ku li Zanîngeha Amerîkî li Dihokê birêveçû, li beşeke gotara xwe da tekez li wê yekê kir ku belavbûna maddeyên hişbir li navçeyê, ji hemû tiştekê metirsîdartire”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li beşeke dinê gotara xwe da behsa ewe kir ku rêxistina (LDS) nêzîkî 10 sale karên hevbeş û pêkveyî bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re encam dide û li vê demê da 36 projeyên hevbeş hatine bi cîh kirin. Her bi vê helkeftê spasî taybetî palpiştiyên rêxistina (LDS) ya Amerîkî kir.
Paşê rêzdar Dr. Rewşit Reşîd Serpereştê Projeya Hişyarî û Şiyandina Tuşbûyên Maddeyên Hişbir li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotarek da behsa hûrgiliyên cîhanî û zanyariyên di derbarê tuşbûyên bi maddeyên hişbir û naveroka şiyandina wan kir. Behsa ewe jî kir ku li gor amarên (UNODC) Iraq bûye yek ji tirsnaktirîn û germtirîn welatên bi qaçax birina maddeyên hişbir li navçeyê û li navbera Asya û Afrîqa û Ewrûpa û hinek grûpên çekdar bi wê tawanê ve hatine girêdan û li navxweya Iraqê da bi navê berjewendî û destkeftên darayî ew bi xwe maddeyên hişbir berhem tînin.
Paşê rêzdar Edîlson Pahêla Berpirsê Dêra (LDS) ya Amerîkî li Rojhilata Navîn, li gotarek de pêdagiriyê li ser ewe kir ku “Tuşbûyên maddeyên hişbir li hemû cîhekê heye” û got: “Dema kesek tuş dibe, ew diyariya ku xwedayê mezin dide bi hemû kesek, eweye ku ajansek, yan navendek hebê, wan tuşbûyan rizgar bike. Ewe jî bûye sedema wê yekê ku em vê navendê dabimezrênîn. Ji bo ku çareseriya tuşbûyan bikin. Neku tenê tuşbûyan, belku malbatan wan jî, her wiha ewên hêviya xwe ji dest dane. Em dixwazin hêviyê ji bo wan vegerînîn.”
Paşê rêzdar Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji bilî bi xêrhatina amadebûyan, tîşk xiste li ser metirsiyên belavbûna diyardeya maddeyên hişbir li nav civakê û destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina (LDS) kir ji bo dirustkirina Navenda Hişyarî û Şiyandina Tuşbûyên Maddeyên Hişbir û hêviya wê yekê xwest “Di dema diyarkirî da bê temam kirin û bikeve xizmeta çareserkirina tûşbûyên maddeyên hişbir.
Her li vê rêwresmê da girteyeke vîdeoyî ya di derbarê Navenda Hişyarî û Şiyandina Tuşbûyên Maddeyên Hişbir û beşên wê ji bo amadebûyên rêzdar hate nîşandan.
Li beşa dawiya rêwresmê da, berdê bingeha projeyê ji aliyê rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Edîlson Pahêla Berpirsê Dêra LDS ya Amerîkî li Rojhilata Navîn li cihê birêveçûna rêwresmê hate danan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest