Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrupa û Neteweyên Yekgirtî, li konferansa salaneya Encumena Mafên Mirov de beşdariyê kir û li gotarek da daxwazê ji Encumena Mafên Mirov û Civaka Navdewletî kir ku piştevaniya li azadiya xwendina bi zimanê dayikê de bikin.
Rêzdar Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî û Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrupa û Neteweyên Yekgirtî, li konferansa salane ya Kêm Neteweyên Encumena Mafên Mirovan de beşdariyê kir ku li rêkefta 28-29.11.2024 birêveçû. Li vê konferansê da gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku xwendin bi zimanê Kurdî bi tenê li Başûrê Kurdistanê – Iraqê azade û Kurdên perçeyên din ji vê mafê hatine bêbeş kirin. Heman demê de daxwazê ji Encumena Mafên Mirovan û Civaka Navdewletî kir, piştevaniya Kurdan bikin, da ku heman mafên neteweyên dinê li perwerdeya bi zimanê dayik de hebê.
Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrupa û Neteweyên Yekgirtî, tekez li ser ewe kir ku perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê, nasnameyeke raste rast ya her neteweyeke û li hemû welatên cîhanê da pêwîste azad bê û neyê rêgirî kirin. Her wiha got: “Gelek kes li seranserê cîhanê azadin li perwerdekirina bi zimanê xwe, lê belê zêdetirê gelê Kurd ji wê mafê hatine bêbeş kirin. Bi tenê li Başûrê Kurdistanê – Iraqê, xwendina bi zimanê Kurdî azade û Kurdên perçeyên dinê Kurdistanê ji wê mafê hatine bêbeş kirin”.
Rêzdar Awat Mistefa li beşeke gotara xwe da kuji aliyê beşdarbûyên konferansê ve pêşwaziyeke erênî lê hate kirin, got: “Mafên gerdûniya mirovan, zimanê bi girîngtirîn çavkaniya hebûna mirovayetiyê wêne kiriye lê belê gelek ji wan welatên Kurd têda dijîn, rê nehatiye dayîn gelê Kurd wê mafa ku xweda bi wan daye, peyrew bikin”. Daxwazê jî ji Encumena Mafên Mirovan û Civaka Navdewletî kir, piştevaniya gelê Kurd bikin, da ku heman mafên neteweyên dinê li xwendin û fêrbûna bi zimanê dayik de hebê. Her wiha got: “Gelek pêwîste Civaka Navdewletî hana wan welatan bidin ku girîngiyeke tevahî bi praktîzekirin û beşdariya azadane bi bê cûdahî û dûrî li bişaftinê perwerde û fêrbûna bi zimanê dayik de bidin.



