Bîranîna roja cîhanî ya rûbirûbûna tundiya dijî jinan li wargehên Dihok, Hewlêr û Nînowa

Li wargehên tixûbê parêzgehên Dihok û Hewlêr û Nînowa, bîranîna roja cîhanî ya rûbirûbûna tundiya dijî jinan hate kirin û hejmarek ji xanim têda hatin xelat kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya rêxistina Mission Enfance û ew rêxistinên li wargehan de kar dikin, li rêkefta 25.11.2024 li wargeha Xankê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê, bi helkefta roja cîhanî ya rûbirûbûna tundiya dijî jinan de çalakiyek encam da û piştî semînera hişyarkirinê, li wê rêwresmê de 10 jin hatin xelat kirin.
Li rêkefta 25.11.2024 li wargeha Rewange bi hevkariya rêxistina Seed û li 26.11.2024 li heman wargehê bi hevkariya rêxistina Dolsa çalakiyeke hevbeş encam dan. Her heman rojê bi hevkariya rêxistina INTERSOS bi helkefta helmeta 16 rojên ji bo rûbirûbûna tundiya dijî jinan û li jêr diruşma “her 10 xulek carek jinek tê kûştin (# bê hêcet)”, semînereke hişyarkirinê di derbarê yasaya rûbirûbûna tundiya malbatî hate pêşkêş kirin ku têda cûreyên tundiya malbatî, rêkarên lêpirsînê û çend pirsên peywendîdar ya li Navenda Rewşenbîrî û Civakiya Tîrêj li wargeha Basirme ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê guftûgo kirin.
Her wiha li wargeha Dareşekran, li rêkefta 28.11.2024, Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Qedrî Can bi rêxistina (TDH) re beşdariyê li sazdana pêşangehekî hunerî kirin ku tablo û karên destî yên zêdetirê 70 hunermendan li xwe girtibû.
Her li heman rêkeftê bi hevkariya The Stirling Foundation Ifmsa, li Navenda Rewşenbîrî û Civakiya Osman Sebrî ya li wargeha Quştepe, vîdeo klîpek di derbarê rûbirûbûna tundiya dijî jinan hate pêşandan.
Li rêkefta 29.11.2024 bi heman mebestê çalakiyek li Navenda Şingalê li Komelgeha Borik ya li bajaroka Sinunê birêveçû û li wê rêwresmê da tekez li ser ewe kirin ku jin hêmayeke li bexşîn û berxwedanê, eve jî li baştirkirina peywendiyên mirovan li civakê de reng dide

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest