Li dîdara salaneya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî stratejiyeta demdirêj ya karê pênç sala bê hate destnîşan kirin

Li dîdara salaneya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rapora kar û çalakiyên dezgehê hate guftûgo kirin û raspardeya stratejiyeta demdirêj ya karê pênç sala bê hate destnîşan kirin.

Bi amadebûna berpirs û karmendên pêşketiya nivîsîngeh û nûnerayetiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li seranserê Herêma Kurdistanê, li rojên dûşem û sêşema rêkefta (16 û 17.12.2024) dîdara salaneya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê birêveçû.
Di destpêka vê rêwresmê da lîjneya amadekar armanca dîdarê xisterû. Paşê gotara rêzdar Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya di derbarê 19 salên kar û projeyên dezgehê hate pêşkêş kirin. Li paneleke din da rêzdar Rewac Hacî peyrewa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xisterû. Piştî xwarina firavînê rapora beş û nivîsîngeh û şaxan hate pêşkêş kirin. Beşa dawî ya roja yekema dîdarê piştî xwarina şîvê, heta demjimêr 22 (10ê şev) guftûgoya vekirî bû.
Roja duyema hevdîtinê, bi rûnkirina li ser workshopa grûpan destpêkir. Workshopa yekem taybet bû bi heykel û rêkaran û workshopa duyem jî şîrovekirina (SWOT) bû ku têda jîngeha navxweyî û derekî, her wiha derfet û metirsiyan xistin rû. Li workshopa sêyem plana paşerojê bi hurî hate şîrove kirin. Piştî amadekirina encam û pêşkêşkirina raspardeyan rapora dawî ji aliyê rêzdar Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşkêş kirin.
Li vê hevdîtinê de rewşa niha ya mirovî bi taybetî li navçeyê da hate guftûgo kirin. Heman demê de plan û armanca demdirêj ya dezgehê ji bo zêdetir xizmetkirina lêqewimiyan, hejaran û kesên kêmdahat hate destnîşan kirin û li encamê da bi hejmarek raspardeyan dîdar bi dawî bû.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest