Kar û çalakiyên Beşa Azîzan û Bêhevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li sala 2024

Birêveberê Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, kar û çalakiyên beşê ya li sala 2024 xiste rû û tekez li wê yekê jî kir ku ji bo sala 2025 hewla zêdetir didin, ji bo ku hevkariya nextîne, xizmetguzariyên zêdetir li warên şêwirmendî, perwerdehî û çareseriya pizîşkî de pêşkêş bikin. Her wiha li vekirina xulên pîşeyî û hunerî û werzîşî û rahênanan de berdewam bin.
Beşa Azîzan û Bêhevjînan, yek ji beşa serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û li sala 2012 li çarçêweya konferansek da bi amadebûna Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêzdar Mesrûr Barzanî, vekirina vê beşê hatibû ragihandin. Karê pêşîneya vê beşê pêkhatiye ji pêşkêş kirina xizmetguzariyên li hemû warên (hevkariya nextîne, perwedehî, tendirustî û xweşguzeranî) ji bo hemû çînên (azîzan, malbatên hejaran, xwediyê pêdiviyên taybet, bêserpereştan û bi salaçûyan û hwd). Ev beşe, sê projeyên serekî li xwe digre ku berdewamin li pêşkêşkirina xizmetguzariyên hevkariya nextîne, tendirustî û perwerdehî û rexsandina demên xweş ji bo azîzan û kesukarên wan.
Rêzdar Omer Ehmed Hesen Birêveberê Beşa Azîzan û Bêhawjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li rêkefta 18.12.2024 li daxuyaniyek de ji bo malpera fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser wê yekê ew beş li çendîn war û kertên cûda de xizmeta azîzan û bêhevjînan dike. Wekî ku behs kir, li warê perwerdeyê de ji bo zarokên azîz (sêwî) ev xizmetguzarî têne pêşkêş kirin: Vekirina xulên cûr bi cûrên pîşeyî, dabînkirina kursên xwendinê û daxistinê, vekirina xulên (ziman, komputer, werzîşî û hunerî, etîket û hunerên muamelekirin û hunerên gotardanê, xulên majîk mas, teşwiqkirin û handana azîzan ji bo berdewambûna li proseya xwendinê, hunerên bi destxistina serkeftinê li xwendin û çalakiyên jîngehî û niştimanperwerî). Her wiha vekirina xulên pîşeyî ji bo azîzan (tamîrkirina mobaîlan, dartaşî, sertaşîn, PVC, splît, bestina kareba û hwd), xulên pîşeyî ji bo serpereştiyaran (dirûtina ciluberg, salon, karên destî û hwd) peydakirina helên kar ji bo azîzan û serpereştiyarên wan li rêya komek kompanyayan. Handana azîzan ji bo encamdana karên xwebexşiyê bi mebesta damezrandina wan bi hevkariya komek hevbeşan. Hevkarîkirina azîzan û kesukarên wan ji bo encamdana projeyên biçûk wekî çavkaniyeke dahatê. Her wiha got: “Li warê tendirustî, girîngiyeke zêde bi tendirustî û derûndirustiya azîzan hatiye dayîn. Ew hewl jî berdewamin wekî: hemahengîkirina li gel rêxistinên navxweyî û navdewletî yên ji bo dabînkirina têçûna çareserkirina wan azîzên ku pêwîstiya wan bi neştergerî û çareseriyê ye, hişyarî û rewşenbîr kirina azîzan û kesukarên wan di derbarê bi maddeyên hişbir, handana wan ji bo wergirtina vaksînên cûr bi cûr. Hemahengîkirina bi hemû komelgehên pizîşkî re ji bo wergirtina derfetên ji bo azîzan. Her wiha pêşkêşkirina şêwirmendiyên li warên (derûnî, perwedehî, civakî û yasayî) ji aliyê kesên pîsporên warên cûda cûda ve”.‌
Birêveberê Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ewe jî xisterû ku proje û app ên perwedehiya azîzan projeyeke perwerdehî ya taybete bi 16 hezar azîzên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li rêya semîner û mobail app an (Azizan) xizmetguzariya perwerdehiyê pêşkêş dike. Armanca vê projeyê perwerdekirina zarokan û nuciwanane li ser bingeheke rast ya derûnî, civakî û niştimanperweriyê, li ser destê mamostayên pîsporên warên li zanîngehên (Selaheddîn, Soran, Silêmanî, Dihok, Koye) ku (26) pîsporên warên cûda cûda de li wê xizmetguzariya perwerdehiyê de beşdarin. Her wiha zêdetirê 1.050 azîz app ên azîzan de çalakin û zêdetirê 60 dosyeyên cûr bi cûr ji niha de rêkaran werdigrin.
Birêveberê Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, eve jî dûpat kir ku ji bo sala 2025 hewlên zêdetir didin ji bo ku ji bilî li dabînkirina hevkariyên nextîne, xizmetguzariyên zêdetir li warên perwerdehî, şêwirmendî, çareseriya pizîşkî û vekirina xulên pîşeyî, hunerî, werzîşî û perwerdehiyê de pêşkêş bikin.
Rêzdar Omer Ehmed Hesen, Birêveberê Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hemû kar û çalakiyên beşên xwe yên li sala 2024 bi raporekê pêşkêş kir.

      Rapora kar û çalakiyên Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2024

HejmarNivîsîngehcûreya çalakiyanHejmara sûdmendanDiravê terxankirî bi dolarbi dînar
1Hemû nivîsîngehmûçeyên azîzên Kurdistan3،4701,023,7200
2Hemû nivîsîngehdabeşkirina mûçeya azîzên Heyva Sora Îmaratî 11،7653,550,1510
3Hewlêr-Şingalmûçeya azîzên Polonya2813,3500
4Efrînmûçeya azîzên Efrînê19226,8800
5Dihokbernameya meha Remezana pîroz3،00046,2840
6Hemû nivîsîngehbernameya cejna qurbana pîroz 3،13062,6190
7Hemû nivîsîngehbernameya Lun Helmhim - Xewnên wan reng bikin832,6370
8Hewlêr-Silêmanîçareseriya ji bo du nexweşan202,872,000
9DihokŞandina azîzan ji bo cihên yarîgehan heta yek sal (Tenya Haws)71bê beranberbê beranber
10Dihok vekirina xulan ji bo azîzan li peymangeha Roj - Nehikûm15bê beranberbê beranber
11Dihokçêkirina karta tendirustiyê ji bo sûdmendên projeya azîzan bi hevbeşiya (Muxetber Fîn)1،529bê beranberbê beranber
12Dihok vekirina xula perwerdehiya azîzanî pola14bê beranberbê beranber
13Silêmanîsemînerên perwerdehiyê ji bo 140 beşdarbû û 14 hevpeyvînên taybet û dabeşkirina 140 belavok li rêkefta140bê beranberbê beranber
14Silêmanîsemînerê perwerdehiyê ji bo 450 beşdarbû û 16 hevpeyvînên taybet û dabeşkirina 450 belavokan li rêkefta450bê beranberbê beranber
15Silêmanîsemînerên perwerdehiyê ji bo 500 beşdarbûyan û 19 hevpeyvînên taybet û dabeşkirina 500 belavokan li rêkefta 05.06.2024500bê beranberbê beranber
16Silêmanîxula perwerdehiya azîzan ya pola 12 li rojên 17 û 18.07.202412bê beranberbê beranber
17Efrînxula zimanê Kurdî22bê beranberbê beranber
18Kerkûkdîtina we nêrîna me ye" Pişkinîna zarokên azîz6902,200,000
19Kerkûk kirîna cilubergan ji bo azîzan11004,400,000
20KerkûkPaketa cejn5002,000,000
21Kerkûksemînera perwerdehiya azîzan li Çemçemal û Kerkûkê160bê beranberbê beranber
22 KerkûkBirêvebirina xulên taybet ji bo xwendekarên pola4bê beranberbê beranber
23Germiyanşîv ji bo azîzan li Kelar630500,000
24 Germiyansazkirina ahenga roja cîhaniya zarokan200608,000
25Germiyanhevkarî li gor dosya li zekat201،000،000
26Helebçepêdana zekatê li cejna remezanê bi malbatên wan azîzên ku hê jî nehatine kefalet kirin153,0000
27Helebçexula perwerdehiyê ji bo azîzên pola 11098,000
28Hewlêrdabînkirina ciluberg ji bo zarokên azîz1801,121,640
29Hewlêrrexsandina demên xweş ji bo zarokên azîz15004,040,000
30Hewlêrçendîn xulên fêrbûna ziman û çalakkirina zarokên azîz - xula zimanê Îngilîzî - Îdwîna4002,000,000
31Hewlêrçendîn xulên fêrbûna ziman û çalakirina zarokên azîzan - xula satranc160671,000
32Hewlêrçendîn xulên fêrbûna ziman û çalakkirina zarokên azîz - xula zimanê Îngilîzî English Times5001,892,000
33Hewlêrhevkariya nextîneya zarokên azîz100 1,000,000
34Hewlêrbîranîna ji dayikbûna şehîd Jîna Pêşrew Dizeyî - dabeşkirina sepeta xorekê500 990,000
35Hewlêrşîv ji bo azîzên Hewlêrê32406,802,000
36Hewlêrdabînkirina hevkariya nextîne ji bo dosyeyên taybet ya du azîzan20155,000
37Hewlêrbi hevbeşiya Dezgeha (HBA) - dabeşkirina sepeta xorekê li şevên remezanê19001,000,000
38Hewlêrperwerdehiya azîzan û bêhevjînan883bê beranberbê beranber
39Hewlêrxula bihêzkirina xwendekarên azîzên pola 1211bê beranberbê beranber
Bi giştî26،6714،728،64133،449،640
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest