Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sêyemîn sale pêşwaziya ziyaretkaran dike û ew jî xizmetan bilind dinirxînin

Hatina ziyaretkaran, ji tixûbê Hacî Omeran ya Hewlêrê berdewame ku bi niyetin li rêwresma çileya Îmam Husên li Kerbelayê de beşdarî bikin. Xizmetguzariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî “gelek bilind” dinirxînîn.

Birêz Îsmaîl Abdulezîz Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serpereştê Projeya pêşwaziya ziyaretkaran ku bi mebesta beşdariya li rêwresma matemîniya çileya Îmam Husên serdana Kerbelayê dikin, ragihand: “Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hefteyek berî hatina ziyaretkaran ya Hewlêrê ku bi mebesta beşdariya li rêwresma matemîniya çileya Îmam Husên serdana Kerbelayê dikin, dest bi amadekariyê kirin û li parka Şehîd Samî Abdulrehman li Hewlêr, cihê mayina wan dabîn kirin. Roja pênçşema rêkefta 08\08\2024 yekem karwanê ziyaretkaran gihîştin cihê hewandina xwe ya li Hewlêrê û hemû xizmetguzariyek bi xizmetguzariyên pizîşkî û dermanê ve jî ji bo wan hatiye dabîn kirin”. Her wiha got: “Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li du salên derbasbûyî de, hemû amadekariyek ji bo pêşwaziya ziyaretkaran kir ku ji bo beşdariya rêwresma çileya matemîniya Îmam Husên li tixûbê (Hacî Omeran) ve hatibûn Hewlêrê û paşê ber bi Kerbela û Necefê hatin şandin. Îsal jî sêyemîn care xizmetguzarî ji bo ziyaretkarên birêz hatine amade kirin û bi germî bi xêrhatina wan dikîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn dua û îbadetên wan qebûl bike”.
Birêz Yusif Cehanbexş, li nav hola hewandina zilaman mekîneyekî dirûtinê hatiye danîn û li daxûyaniyek de ji bo medyaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Birastî Hikumeta Herêmê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû hêsankariyek kiriye, xwedayê mezin padaşta wan bide”, li bersîva wê pirsiyarê da jî ku gelo bi pereyê karê dirûtinê dike? got: “Pere bidin me jî, em qebûl nakîn, em her çi ji bo bîranîna Îmam Husên Aleyhiselam bikîn, hê jî kême”.
Birêz Îhsan Hesenpûr, rojnamevan û medyakarê xelkê Tebrîza Îrane û di derbarê bi îmkaniyata cihê hewandina wan got: “Li vir betanî, balîf, germav, xwarina germ û ava hênik ya xwarinê û gelek tişt ji bo me dabîn kirine. Ew hevkariyên cihê spas û pêzanînê ne. Bi hêciya xwedê, xwedayê mezin bi xêreke mezin ji bo wan qebûl bike û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Hikûmeta Herêmê biparêzê û her serkeftî bin”. Her wiha got: “Hemû xizmetguzarî gelek başin, bi taybetî beşa pizîşkî û hawar çûnê, lê belê (WIFI) ku bi sîstema hemû mobailek kar nake ew kêşe heye. Her wiha ew hemû borî û pompe ku avê wekî tozê belav dike, li hewşê û li ber rojê bêsûde, dikarîn serê wê bipêçin, yan di nava konan de hatiba danîn”.
Birêz Emîr Husên Seyîd Nezerî, pîşeya wî mamostaye li çayxaneya Hezretî Ruqeyye xizmeta ziyaretkaran dike. Heft (bermîl semawer)ên mezin li ber deste û hêdî hêdî û li ser hev, çay ji bo ziyaretkaran tê dike. Ew bi dilxweşiyekî mezin ve behsa xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir. Her wiha got: “Ev dezgeha Xêrxwaziyê xizmeta ol û mezhebî jî dike, ji bo wê yekê xwedayê mezin herdem wan serkeftî dike”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest