Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 19. sala damezrandinê da projeyekî jîngehî radigihîne

Bi amadebûna rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Abdulrehman Sedîq Serokê Desteya Jîngeha Kurdistanê û hejmarek berpirsên hikûmî û çalakvanên medenî, roja yekşema rêkefta 04\08\2024 li civîneke medyayî ku li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi helkefta ahenggêrên 19. sala damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû, birêz Çinar Samî karmenda nojdarî ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya “ava pak, tendirustiya tak” ragihand. Heman demê de bi hûrî behsa metirsiyên paşmayên plastîkî li rûyê zanista pizîşkî û jîngehê kir. Ewe jî xisterû ku ew proje bi mebesta bikarneanîna ava di nava butlên plastîke ku ziyanekî zêde ji bo jîngehê heye. Her li vê çarçêweyê da metareya avê li ser hemû karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da hate dabeş kirin û amêrên sarkirina avê li beşên dezgehê hate danîn.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li axaftinek da ji bo medyayê ji bilî bixêrhatina amadebûyan, peyama pîrozbahiya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi karmendên dezgehê ragihand. Heman demê de got: “Karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku perwerdeyê rêbaza Barzaniyê Nemirin, bi taybetî ku bi wê axaftina mezina Barzaniyê Nemir ve hatine girêdan ku keremkiriye: (Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê). Li helkeftên xweş û nexweş li gel welatiyên Kurdistanê ne û li gel wan hemû kasane ku hêvî ji bo Herêma Kurdistana pir li asayîş dibin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, eve jî xisterû ku piştî êrîşa terorîstên Da’îş û komkujiyên wê û koçberbûna welatiyan ya li sala 2014, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di demeke kêmtirê 150 rojan de 9 milyon û 900 hezar danên xwarina germ bi kalîteya bilinda tendirustiyê pêşkêş kirin. Hêvî jî xwest, aramî li ser Kurdistan û hemû cîhanê da bikêşê û ji karesatan dûr bixe. Di derbarê projeya “Ava pak, tendirustiya tak” jî got: “Parastina jîngehê li diruşmên serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, li rêbaza Barzaniyê Nemir da jî, jîngeh cîheke xwe ya taybet û girîng heye. Me vê biryarê ragihandiye, wekî palpiştîkirinek ji projeyên desteya jîngehê, ew jî bi ragirtina butlên avê ku hevkara me ya birêz behsa ziyanên wê dike. Dr. Çinar Samî projeyê pêşkêş kiriye li gel beşê çavkaniyên mirovî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku destxweşiyê li wan dikîn. Hêvîdarîn ku dam û dezgehên Hikumetê, rêxistinan, kompanya, wekî me ji bo palpiştîkirina li Desteya Jîngehê, bi vê helmeta xweşik rabin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadehiya dezgehê jî ji bo hemahengiya li gel Desteya Jîngeha Kurdistanê û xizmetkirin û karê hevbeş ya ji bo ber bi pêşvebirina jîngehê derbirî.
Paşê birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, piştî bixêrhatina amadebûyan got: “Îro bi şanaziyekî mezin bîranîna damezrandina saziyeke mezina niştimaniya mirovî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê kirin. Îro li vê salvegerê da ji bilî spasiya Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku cenabê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, pîrozbahiyê pêşkêşî birêzan û tevahiya xebatkarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li seranserê Herêma Kurdistanê û wan xwebexşên azîz jî dikîn ku li çarçêweya karên dezgehê de beşekî girîngê serxistina karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn.
Parêzgerê Hewlêrê behsa projeya Jîngehparêziya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku parastina jîngehê li nav rêbaza Barzanî da rêçke û bingeheke serekiye û kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wî warî da bilind nirxand.
Paşê birêz Abdulrehman Sedîq Serokê Desteya Jîngeha Kurdistanê, piştî bixêrhatina amadebûyan, got: “Diruşm gelekin, lê belê huner eweye ku diruşman biguherîn bikîn rastî’, îro li 19. salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de karekî bi vî cûreyî dibînîn”.
Serokê Desteya Jîngeha Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku Neteweyên Yekgirtî li sala 1972 ûşeya jîngehê aniye di nava dokumentên xwe yên fermî û Şêx Ehmedê Barzanî bi dehan sal berî wan behsa jîngehparêziyê kiriye. Ewe jî xisterû ku Desteya Jîngeha Kurdistanê li meha 10ê sala 2020 li jêr diruşma “Bila ji xwe ve destpêbikîn” li Desteya Jîngehê û hemû fermangehên wê bikaranîna butlên plastîkî qedexe kiriye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest