Çalakiya kar û çalakiyên salaneya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûk

Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, çalakiyeke salane ya kar û çalakiyên li sala 2024 xiste rû, heman demê de mertala rêzlênanê li ser bexşer û hevbeşên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li proje û çalakiyên dezgehê li Kerkûkê pêşkêş kir.
Bi amadebûna rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hejmarek ji mamostayên zanîngehê, mamostayên olî, rêxistinên herêmî û navdewletî yên li bajarê Kerkûkê, xwediyê kompanya û karsaz û çendîn kesayetiyên diyarê bajarê Kerkûkê, Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kerkûkê, li rêkefta 17.02.2025 li Kerkûkê çalakiyeke salaneya kar û çalakiyên Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kerkûkê pêşkêş kir.
Di destpêkê de rêzdar Rêbwar Muhyedîn Birêveberê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kerkûkê, bi xêrhatina amadebûyan kir û behsa destkeftên sala 2024 û wan proje û kar û çalakiyan kir ku li vê salê da hatine bi cîh kirin.
Paşê rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî bi xêrhatina amadebûyan, gotarek pêşkêş kir û got: “Eger ji bo hemû Kurdistaniyan carek pêwîst bê, xizmeta xelkê Kerkûkê bikin, lê belê ji bo me ku em li jêr navê pîrozê Barzaniyên Nemir kar dikîn, pêwîste çendîn caran li xizmeta xelkê xweşdiviyê Kerkûkê da bîn”. Her wiha got: “Herdem em hêvîdara ewe bûyîn ku bikarîn wê kultûra xweşika rêbaza Barzanî li nav çîn û tiwêjan da belav bikîn. Ji ber ku dizanîn civaka me çendî pêwîst bi vê felsefe û têgihiştine heye ku em hemû dest li nav destê hevdû xizmetê bi xelkê xwe bikîn”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li berdewamiya axaftina xwe de, behsa xizmet kirina azîzan (zarokên sêwî) û kerta perwerdeyê kir û spasî bexşer û mil bi milên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kerkûkê kir û got: “Îro ji bilî li dilxweş kirina we bi pêşandana wan kar û çalakiyên ku me encam dane, em dixwazin rêz û rûmetê jî li we û nûnerên we bigrîn ku li wê bexşînê da hevkar û piştevanê me bûn”. Daxwazê ji sazî û damudezgehên îdarî yên Kerkûkê jî kir, zêdetir li gor bangewaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re bên, bo ku hemû ew alîkarî û karên miroviyane ya li cihên din hatine kirin, li Kerkûkê jî bêne encam dan. Bi taybetî vekirina navenda taybet bi xwediyê pêdiviyên taybet yên li bajarê Kerkûkê.
Her li vê rêwresmê da hûrgilî û zanyarî û rapora sala 2024 û vîdeoya proje û çalakiyên Nivîsîngeha Kerkûkê û daxuyaniya armancên nivîsîngeha Kerkûkê ya sala 2025 hatin pêşkêş kirin. Li dawiya rêwresmê da jî mertala rêz û rûmetê û spasnameyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi bexşeran û hevbeşên dezgehê bi helkeftên alîkariyên mirovî ya li tixûbê Kerkûkê de hatine pêşkêş kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest