Pêşkêş kirina semînerek ji bo nasandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka

Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka, semînerek ji bo nasandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Washingtonê pêşkêş kir û heman demê de xelatek pêşkêşî Birêveberê Rêxistina Azar kir.
Rêzdar Xunav Emîn Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Amerîka, roja yekşema rêkefta 16.02.2025 li Washingtonê, semînerek bi mebesta nasandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hejmarek li rêxistinên civaka medenî û alîkariya mirovî û kesayetiyan re pêşkêş kir. Li vê semînerê da ku sê babetan li xwe digirt, di destpêkê de balkişand li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji roja damezrandinê heta niha û ew xizmetguzarî û alîkariyên ku li kertên cûda cûda de li Herêma Kurdistan û Iraqê û çendîn welatên dinê cîhanê encam dane. Her li vê semînerê da vîdeoyeke taybet bi çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate nîşandan.
Paşê Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka spasnameya fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêzdar Şahîn Mafî Birêveberê Rêxistina Azar re pêşkêş kir û hevkariyên wê rêxistinê bilind nirxand. Behsa ewe jî kir ku Rêxistina Azar yek ji wan rêxistina ku li dabîn kirina çanta û perawgehên ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re çalakiyên hevbeş encam dane.
Li beşa dawî ya semînerê de, Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka, spasî amadebûyan kir û daxwaz kir, li kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de rola xwe bibînin û bi taybetî ew projeyên ku ji bo xizmet kirin û gihandina hevkariyan bi niyazmendên li Herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê ku armanca wê ye nû encam bide.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest