Wekî nerîteke pîroz, salane serokayetî û hemû karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana mezara nemiran ya li Barzanê dikin. Îsal jî li rêkefta 14\03\2025 heman demê de bi salvegera roja ji dayikbûna generalê çiyayan (Mistefa Barzanî), bavê ruhî yê neteweyê Kurd û mîratwergirê eqîdeya Barzan ya ji bo pêkvejiyana netewe û olên cûda bi aştewayî, mezara nemiran li Barzan, himbêza serokayetî û hemû kedkarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Karwana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di destpêkê de serdana monumenta jenosayda Barzaniyan kirin û piştî pêşkêş kirina tacegulan bi ruhê pakê cangoriyan, rêzdar Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêveberê monumenta jenosayda Barzaniyan li du gotarên cûda de, di derbarê wan karesat û tawanên mirovî zanyariyên zêdetir bi amadebûyan da ku zêdetir di derbarê Kurdistan û devera Barzan û xebat û cangoriyên Barzaniyan û gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û her wiha rola rêberiya Barzaniyê Nemir li şoreşa Barzan û şoreşa Eylûl û xebata rizgarîxwaza Kurd, paşê li dirêjahiya wê rêwresma pîroz da, rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî danîna tacegulan li ser mezara nemiran li Barzan, ji bilî balkişandina li ser jiyan û xebata Barzaniyê Nemir, soza dezgehê ya ji bo alîkariya mirovî û xizmetguzariyên berifehtir bi bavê ruhî yê Kurd re nû kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gotineke Barzaniyê Nemir kiriye rêçika xwe ku kerem kiriye: ” Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe be”. Li ser vê bingehê jî xwe ji bo xizmetkirina mirovayetiyê terxan dike.
Bêguman ev karname ronahiya Mistefa Barzanî û navê wî yê pîroz bihêztir dike û li hizra wî nifş bi nifşê mîllet da, her bi nemirî dimîne û rojane xwe nû dike.




