Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ciwaneke wenda piştî sê salan bi malbata wî re şad dike

Mihemed Ebdulla, ciwaneke temen 22 salî û nîştecihê bajaroka Çarqurneya Başûrê Kurdistanê ye. Li temenê 18 salî de biryara koç kirina derveyê welat dide. Ji bo wê yekê peywendiyê bi grupeke qaçaxçiyan dike û paşê ew dibine Tirkiye û bi niyetbûn wî bişînin welateke din. Lê belê li Tirkiye hatiye destgîrkirin. Li gor şîretên qaçaxçiyan, piştî girtinê, xwe wekî xelkê Sûriye dinasênê. Her ji bo wê yekê heta demekê ji bo Sûriye tê şandin û li Efrînê tê zîndanî kirin.
Nûnerayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, piştî agahdarbûna wê biserhatiyê, hemû hewlên dide û peywendiyê bi aliyên peywendîdar re dike. Bi vî awayî ji girtîxaneya Efrînê tê rizgar kirin. Lê belê ji ber sedemên karubarê yasayî, nabê yekser bişînin ser warên wî.
Mihemed Ebdulla, yelekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ber dike û xwebeşxane karê rojane û erkê xwe pê hatiye spartin yên mirovî dike. Piştî 14 mehan û temambûna karubarên yasayî ji bo vegerana wî, roja çarşema rêkefta 12\03\2025 bi karwana tîmeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hejmarek ji medyakaran ber bi warê xwe ve vegeriya.
Li ser vê yekê dilop dilop rondikên şadiyê li ser çavên kesukarên wî da dihate xwarê.
Dayika Mihemed piştî li himbêzkirina kurê xwe û jêbirina rondikên çavên xwe li bersîva pirsiyarek da dibêje: “Hêviya min nemabû ez kurê xwe bi şad bibim, ji ber ku yek digot nemaye, yek digot ketiye destê Da’îşê, axaftinên wiha dihatin gotin. Lê belê hêviya zilamên min hebû, berdewam li hewl da bû, xwedayê mezin em bê hêvî nekirîn”.
Ebdulla yê bavê Mihemed, bi kenîn û dileke coş û xweşiyê, wêneyê Mihemedê kura xwe li yekem roja çûyîna ber bi Tirkiye, li ser ekrana telefona xwe ya desta, rûbirûyê zûmê kamêrayên ragihandinan re nîşan dide. Çawayî ya rizgar kirina kurê xwe jî bi “xeweke dûr û dirêj” bi nav dike ku têda bi agahdar bûye. Heman demê de behsa ewe dike ku piştî ku ew agahdar dibe, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema karesata erdhejên li Tirkiye û Sûriye bi alikariya lêqewimiyan ve çûye, bi hewleke zêde hejmara telefona Rewac Hacî (Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosye ya Efrînê, peyda dike û her li vî derbarî de dibêje: “Demjimêr dû û nîvê şevê min telefona Kak Rewac kir, min tika lêkir, agahdarê Mihemed bê li zîndanên Efrîn û Sûriye, sozê da min û soza xwe jî heta sê rojan bi cîh kir”. Her wiha got: “Hêviya min ewe ye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roj bi roj li geşkirinê da bê, ew welatên pêwîstiya wan bi karê xêrxwaziyê heye, li hevkariya wan de berdewam be”.
Mihemed Ebdulla, li nava civata nas û xizm û kesên xwe bi dileke şad û bi kenînê, cileke Kurdî û yeleka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ber kiriye. Ew li wê yekê xweşhale ku li roja ji dayikbûna xwe de ji girtîxaneyê hatiye azad kirin. Her li vî derbarî de got: “Roja 16\01\2024 li girtîxaneya Efrînê gotin: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vire, tu hatiyî azad kirin, ewe heman dem bû ku roja ji dayikbûna min bû. Gelek xweşhal bûm. Êdî li Nivîsîngeha Barzanî mam û wekî xwebexş min kar kir”. Her wiha got: “Li girtîxaneyê xelkê Başûr, Rojhilat, Iraqî û Ereb li cem me hebûn, gelek ji wan hatin azad kirin, lê belê hê jî gelek kes mane”, hêvî jî xwest karên ciddî bêne kirin bo ku ew hemû bêne azad kirin.
Rewac Hacî (Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrînê, gelek xweşhale ku ew bi xwe û tîma wî di demeke kêm, lê belê bi hewleke zêde de karîne Mihemed peyda bikin. Ewe jî xisterû ku di dema karesata xwezayî ya rûdana erdhejên Tirkiye û Sûriye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heta niha jî li Sûriyê maye û nûnerayetiya wan li Efrînê maye û hewl jî didin li Şamê nivîsîngehek vekin. Di derbarê rizgar kirina Mihemed jî gelek bi kurtî dibêje: “Me sozê dabû wan û me soza xwe bi cîh kir”.
Ev serhatin ku zêdetir dişibe çîrok û dramayek, tenê Mihemed li xwe nagrê, ew yek ji wan hezaran ciwan û zarokên niştimane ku li rêya koç ber bi derveyê welat diçin û bêserûşûn dibin û çarenivîsa wan nediyarin. Her ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi erkê ser milê xwe dizane, hem beşek ji erk û çalakiyên xwe ji bo rizgar kirina kesên wiha de terxan bike. Hem daxwazê ji rêxistinên mirovî û çalakvanên medenî û desthilatdarên welatan bike ku hemû asankariyek ji bo rizgar kirina wan ciwanan bikin ku xewna koçkirinê lîstokê bi çarenivîsa xwe de kirine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest