5 Festîvala Navdewletiya Barzanî ya Satrancê li Hewlêrê birêve diçe

Li bin çavdêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, 5. Festîvala Navdewletiya Barzanî ya Satrancê li Hewlêrê birêve diçe û zêdetirê 200 lîstikvanên navdewletî ji 15 welatan têda beşdariyê dikin.
Li bin çavdêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi hevkariya Yaneya Hespsiwariya Navdewletiya Hewlêrê û Yaneya Satranca Xanzad û bi hemahengî bi Yekîtiya Satranca Iraqê ya leqa Hewlêrê, bi helkefta salvegera ji dayikbûna (Mistefa Barzanî) yê nemir, li rêkefta 14\03\2025 Pêncemîn Festîvala Navdewletiya Barzanî ya Satrancê hate vekirin. Ev palewanêtî li Federasyona Satranca Navdewletî hatiye tomar kirin û yekemîn care bi awayeke grûp li ser asta Kurdistan û Iraqê tê encamdan.
Ev palewanêtî hejmareke pêvaneyî tomar kiriye û zêdetirê 200 lîstikvan û yarîzanên navdewletî (ji her du regezan) ji 15 welatên biyanî û Kurdistan û Iraqê têda beşdar bûn. Palewanyetî bi du grûpên (A ,B) hatibûn dabeş kirin. Grûpa B taybet bi yarîzanên xort û keçan bû.
Palewanetî bi sîstema Swîsrî (Fîşer) bi 9 rawend bi dema 10 xulekan û bi zêdebûna 10 çirke ji bo her yarîzanek birêve çû. Palewanetî bi serpereştiya navbijwanên navdewletiyên Kurd li Yaneya Hespsiwariya Navdewletiya Hewlêrê heta du rojan berdewam bû. Temenê beşdarbûyên palewanetiyê ( 6 heta 70 sal) bû, % 44 ê wan jî jin bûn.
Rêkxerên palewanêtiyê xelata darayî ji bo yarîzanên yekem bi 13.500.000 dînarên Iraqê amade kiriye.
Mîrhac
Mîrhac Mistefa
Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, beşdariya Korbenda Cîhanî ya Paşeroja Demokrasiyê li Almanya de kir
Şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, beşdariya Korbenda Cîhanî ya Paşeroja Demokrasiyê li Almanya de kir û li panêleke korbendê de jî Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî axaftinkarê serekî têda beşdariyê kir.
Korbenda Cîhanî ya Paşeroja Demokrasiyê li rojên 18 û 19 ê Adara 2025, li bajarê Berlîna Almanya yê birêveçû û şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgehê, beşdariya korbendê da kiriye.
Li rêkefta 19 ê Adarê, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wekî axaftinkarê Serekî, li panêleke taybet li çarçêweya korbendê da beşdariyê kir.
Her li çarçêweya beşdarî kirina vê korbendê de, şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hejmarek Serok û Serkirdeyên diyarê welatan civiya û hevdîtinan encamda. Ji wan, Tony Blair Serok Wezîrê berê yê Birîtanya, Bill Clinton Serokê berê yê Amerîka û Hillary Clinton Wezîrê berê yê Derveyê Amerîka, Serok Wezîrê Îrlanda û çendîn serkirdeyên dinê cîhanî bûn.
Bi giştî li korbendê da, guftûgo di derbarê paşeroja demokrasiyê li ser asta cîhanê li piştî pêşketinên zîrekiya destkird û paşeroja karê mirovî kirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî take rêxistin û saziye ku li ser asta navçeyê li wê korbenda cîhanî da beşdariyê dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest