Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta xizmet kirina koçber, penaber û xelkê xwecihî yên li Herêma Kurdistanê li rêya Navenda Rahênana Pîşeyî bi mebesta pêşxistina karîn û şiyanan, hişyariya civakî, hişyarî takekesî û bihêz kirina şiyanên takekesî li rêya komek xulên rahênanê, workshop û semîneran hewl dide nîştecihên wargehan yan xelkê xwecihî li warên cûda cûda de sûdmend bike. Projeya navendan, projeyeke girîng û stratejî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ku 19 navendên rahênanê li xwe digre. Armanca serekiya van navendan pêkhatiye ji hişyariya civakiya takekesî ya ji bo nasandina xelkê bi mafên wan yên li çarçêweya carnameya mafên mirovan, parastina malbatê, mafên jinan û zarokan. Xulên zimanevanî û fêrkarî bi mebesta desteber kirina derfet û helên kar û tevlîbûna wan bi civaka xwecihî de.
