Amrazên xizmetguzarî û workşopan​

Projeya Amrazên xizmetguzariyê li sala 2017 ji aliyê (German Federal Agency for Technical Relief (THW)) ve destpêkir, bi dirust kirina (4) navendên Tool Servis li wargehên (Basirme, Dareşekran, Kevirgosk, Quştepe), lê belê li meha (9) ya (2019) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî erkê birêvebirina vê projeyê xiste ser stûyê xwe. Ji wê demê ve heta niha rêxistina Şinebaya Aştî ya Amerîkî piştgiriya vê projeyê dike wekî beşek ji wan projeyên ku ji aliyê (PRM) fonda wan tê dabîn kirin. Ev proje ji bo her wargehek ji du navendan pêkhatiye (Tool Servis, workshop (werşe)). Niha ev proje berfirehtir bûye û ji bo sala (2023) ji (7) heft wargehan de xizmetguzariyê pêşkêşî penaberan dike ku her yek ji wan wargeha (Basirme, Quştepe, Dareşekran, Kevirgosk, Domîz -1, Domîz-2, Gewîlan). Li van navendan de çendîn amêrên warê bînasazî û karebayî û dartaşî û av û avero û her wiha amêrên çandinê hatine dabîn kirin. Pêdiviyên xelkê nav wargehê pir dikin. Her wiha ev workshop navendeke guncayîne ji bo karên dirust kirin û çêkirinê û lehîm û dartaşî û hesingeriyê, ji bo ku penaberan bikarin kar li ser projeyên xwe bikin. Li van workshopan mehane çendîn xulên diyarkirî encam didin bo ku penaberan bikarin sudmend bin, çawayiya bikaranîna amrazan û peyda kirina karên serbixwe ji bo dabîn kirina debara xwe. Armanca vê projeyê pêşxistina kertên av û avero û şêlteran, hevkarî û palpiştî kirin, her wiha desteber kirina amrazên xizmetguzariyên bi lez ya ji bo kêmkirina xerciya penaberan, fêrkirina penaberan ya bikaranîna amrazan bi awayeke selamet û zanistiyane.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest