Beşa Azîzan û Bê Hevjînan yek ji beşên serekiyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, li sala 2012 li çarçêweya konferansek da bi amadebûna Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêzdar Mesrûr Barzanî dest bi karên xwe kiriye. Karê serekiyê vê beşê ji pêşkêş kirina xizmetguzariyê li hemû waran (maddî, perwedehî, tendirustî û xweşguzeranî) ji bo hemû çînên (azîzan, bêhevjînan, malbatên kêmdahat, xwediyê pêdiviyên taybet, bêserpereştan û hwd) pêkhatiye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi kirdarî projeya xizmet kirina zarokên azîz (Sêwî) û bêhevjînan, bi piştevaniya xêrxwazên navxweyî û derekî xistiye warê bi cîh kirinê û sal bi sal jî hejmara azîzan û rêjeya alîkariyan zêdetir bûye, bi awayekê ku heta 12\07\2023 hejmara azîzên sûdmend gihîştiye 13.202 azîzan. Li projeya Heyva Sora Îmaratî 7.130 azîz hatine tomar kirin. 1.103 azîz jî li çaverêdane. Li projeya Kurdistan 3.384 azîz mûçe werdigrin. Li projeya Polonya 48 azîz hatine mîsoger kirin. Suudiye hevkariya nextîne ji bo 1.000 azîz û Kuweyt ji bo 4.000 azîzan dabîn kiriye ku tenê yek car û li sala 2017 bûye. Azîzên zarokên şehîdên Da’îş jî hejmara wan 4.000 azîzin ku ji mûçeyan sûdmendin.
Ji bilî wê yekê jî beşa azîzan û bê hevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevkariya xêrxwazan, pêdiviyên xwendekaran ji bo azîzan dabîn kiriye. Yekemên xwendekarên serkeftî xelat kiriye, li cejnan de cilubergên nû ji bo azîzan kiriye û goştê qurbanê li ser malbatên azîzan da hatiye dabeş kirin. Li warê tendirustiyê jî, tenê li yek salê da neştergeriyên mezin ji bo 15 zarokên azîz hatiye kirin ku têçûya her yek ji wan li ser 10.000 dolarên Amerîkî bûye.
Yarmetîdana zarokên sêwî li nav civaka Kurdî de dîrokeke xwe ya bi rûmet heye, heta wê astê ku bûye beşek ji kultûra Kurdistaniyan, li wî warî de herdem destê hevkariyan ji bo lêqewimiyan û xelkê kêmderamet û wê çînê dirêj kiriye ku pêwîstiya wan bi hevkarî kirinê heye.
Ewên li rewşeke xerapê jiyanê dane, xelkê xêrxwazê Kurdistanê bi hana wan ve çûye, lê belê awayê yarmetîdanê ji ber ku li çarçêweyeke dezgehek, yan rêxistineke taybetmen da nebûye, ji bo wê yekê hinek car wekî pêwîst ew alîkarî cihê xwe negirtine. Eve jî bûye sedemek ji bo dirustbûna cûdahiya sûdwergirtinê. Her ji bo wê yekê damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û vekirina beşa azîzan û bê hevjînan pêwîstiyeke dîrokî bûye.
