Birêveberê “Projeya Perwerdeya Azîzan” li hevpeyvîneke bi Kurdistan TV re: Çavê me li wê ye proje ji bilî azîzan hemû zarokên Kurdistanê li xwe bigre

Samî Ebdulrehman, Birêveberê “Projeya Perwerdeya Azîzan” li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li hevpeyvîneke bi Kanala Asmanî ya Kurdistan TV re, li bernameya “Beyanî Baş Kurdistan” de behsa projeyê dike ku li qonaxa yekem 5.000 zarokên azîz (zarokên sêwî) li xwe digrê û hewl didîn, li qonaxên piştî wê ji bilî azîzan hemû zarokên Kurdistanê li xwe bigre.
Samî Ebdulrehman Birêveberê “Projeya Perwerdeya Azîzan” li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja şemiya rêkefta 19.07.2025 li hevpeyvîneke bi kanala Asmanî ya Kurdistan TV de, li destpêka axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gelek caran pêdagiriyê li ser ewe kiriye û me raspardiye ku erkê me yê serekî perwerdekirine, lê belê ji ber pêdiviya niyazmendan û bi hanaçûna wan, me dest bi gelek warên dinê karên mirovî biriye. Bi bê cûdahiya regezî, neteweyî, olî û îdeolojiyan me kar kiriye û girîng ewe bûye, xizmetê bi mirov û mirovayetiyê bikîn”.
Birêveberê “Projeya Perwerdeya Azîzan” ewe jî xiste rû ku eve du sale kar li ser projeya perwerdeya azîzan tê kirin û nêzîkî 7 mehe wekî têstek bi (yek li ser sê ya) wan azîzan kar hatiye kirin ku navên wan hatine tomar kirin û li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mûçe bi wan tê dayîn. Her wiha got: “Armanca me ya serekî li vê projeyê de pêgihandina miroveke berhemdar û niştimanperwere û yek ji armancê serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeya azîzan jî ewe ye ku berdewamiyê bi pêvajoya xwendina wan azîzan bidîn ku bi çend projeyên piştevanî û hevkariyê têne kirin.”
Wekî ku behs kir li projeya Îmarat heta temenê 18 salî û li projeya Kurdistan heta xwendinê temam dikin, li qonaxa Zanîngehê jî mûçeyên azîzan berdewam dibe.
Samî Ebdulrehman di derbarê projeya Perwerdeya Azîzan de balkişand li ser wê yekê ku li hengava yekem da 5000 zarokên azîz wekî têsteke zanistî li warê perwerdeyê de kar bi wan re tê kirin, heman demê de xul û semînerên perwerdeyî û derûnî ji bo zarokên azîz heye. Her wiha got: “Çavê me li wê ye li qonaxa duyem da hemû azîzên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xwe bigrê û li qonaxa sêyem de hewl didîn bi hemahengiyeke zêdetir bi aliyên peywendîdar û bi taybet Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mobail app a azîzan bigihînin hemû malek “.
Birêveberê Projeya Perwerdeya Azîzan, li berdewamiya bersîva pirsiyarên pêşkêşkarên bernameyê yê di derbarê bi mobail app a azîzan de got: “Beşa yekem wane vîdeoyî ya perwerdeye ku bi spasiyê ve ji bo mamostayên birêz li tevahiya Zanîngehên Kurdistanê hevkarên me bûn û 41 mamosta û pîsporên cûr bi cûr li beşên cûda ve bi xwebexşane hevkarê me bûne. Me beşeke din bi navê “Rawêj bike” heye ku têda dayik yan zarok bi xwe her girifteke wan hebê, li warê perwerdeyî û xwendinê de bi taybetî dikarin name ji bo me bişînin û em jî raste rast bersîva wan didîn û hevkarê wan dibîn”. Her wiha got: “Projeya Perwerdeya Azîzan ji komek bingehên serekî hatiye damezrandin li rûyê felsefî, zanistî, yasayî û her wiha li rûyê bihayên civakî ve jî me kar li ser kiriye. Li rûyê felsefî ve me pişt bi rêbaza Barzanî ve bestiye ku mirovdostî û mirovayetî û niştimanperwerî û xwedanasî û rêzgirtina li olan bi bê cûdahî, bingehên zanistiyên komek bîrdozên serekiyên derûnzaniya geş me hilbijartiye û çendîn teorî yên dinê li warê xwendinê, çendîn pizîşkên birêz li warê derûnî de jî me hemahengiyeke tevahî heye, ji ber ku eger rewşeke taybet hebe ji bo wan bişînin”.
Projeya Perwerdeya Azîzan di dema damezrandinê heta niha 67 semîner û xulên rahênana perwerdehiyê ji bo 4.044 azîz û malbatên ji hemû nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêş kiriye. Her wiha pêşkêş kirina rêkar û palpiştiya perwerdeyî û derûnî li warên (rêkxistinî şêwaza jiyan û dema wan, handan û fêrkariyên hunerên xwendinê) ji bo 586 azîzan encam dane û 3.000 belavok û broşurên rewşenbîrî û perwerdeyî hatine çap û belav kirin û çend zarokên azîzên ji xwendinê hatibûn veqetandin dîsa ji bo pêvajoya xwendinê û xwendingehê hatine vegerandin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest