Şanda rêxistina Gundê Aştî û yek ji wan zarokên ku ji bo çareseriya pizîşkî şandibû Almanya, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û rêxistina Gundê Aştî hevkarî û palpiştiya xwe ji bo zarokên nexweşên li Herêma Kurdistanê dûpat dikin, “Projeya Klînîka Geroka Pizîşkî” li wargehên tixûbê parêzgeha Dihokê jî dest pêdike.
Rêxistina Gundê Aştî, bi serokayetiya xanima Brigitte Stiffler û bi Zimnako ku yekek ji wan zarokên ji bo çareseriya pizîşkî ji bo Almanyayê hatibû şandin, li rêkefta 23\07\2025 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Hewlêrê kirin û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiya xanima Brigitte Stiffler û rêxistina Gundê Aştî kir ku li hember wê alîkariya miroviya hatiye kirin, destxweşiyê li wan kir û xweşhaliya xwe jî li wê yekê derbirî ku Zimnako piştî demeke dirêj û wergirtina çareseriya li welatê Almanya, vegeraye Kurdistanê û bi dîtina malbata xwe şad bûye.
Her li vê serdanê da biryar hate dayîn, rêxistina Gundê Aştî hevkarî û palpiştiya wan zarokên nexweş bike, ji bo ku li navxweya welat de bêne çareser kirin û neştergerî ji bo wan bê encamdan. Her wiha “projeya klînîka geroka pizîşkî” li wargehên tixûbê parêzgeha Dihokê ji bo xizmeta zêdetir li koçber û penaberên li vê tixûbê destpêkiriye.
Rêxistina Gundê Aştî li warê tendirustiya zarokan de çendîn projeyên hevbeş bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re heye û di dema derbasbûyî de 17 zarokên Kurdistanê bi mebesta pişkinîn û çareseriya pizîşkî li rêya rêxistina navbihurî şandine welatê Almanya.











