Pirtûka bi navê “Karê Xêrxwaziyê Rêyên Avakirina Neteweyê Ronî Dike”, ku ji aliyê birêz Îsmaîl Ebdulazîz Mistefa, Endamê Desteya Rêveber a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye nivîsandin, li serokayetiya dezgehê hate danasîn. Nivîskar di vê berhema xwe de, ji tecrubeya xwe ya nozdeh salan di xebatên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de sûd wergirtiye û bi awayekî objektîf pênaseya karê xêrxwazî kiriye. Herwiha, wî bal kişandiye ser beşek ji peyam û gotinên hêja yên Barzaniyê Nemir û analîzeke kûr li ser nêrîna cîhanî ya li hember karê xêrxwaziyê kiriye.
Bi amadebûna birêz Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, û hejmarek ji kesayetiyên olî, çalakvanên sivîl, nivîskar û xêrxwazan, roja Yekşemê, 12ê Cotmeha 2025an, li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê, merasîma danasîna pirtûka “Karê Xêrxwaziyê Rêyên Avakirina Neteweyê Ronî Dike”, ku ji aliyê birêz Îsmaîl Ebdulazîz Mistefa Endamê Desteya Rêveber a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye nivîsandin û amadekirin, pêk hat.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre, birêz Îsmaîl Ebdulazîz, di danasîna pirtûka xwe de, pêşî xêrhatina amadevanan kir û paşê bal kişand ser aliyên karê xêrxwazî û tecrubeya xwe ya nozdeh salan di xebata li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de. Derbarê çawa yekem berhema wî ya nivîskî wek pirtûk çêbûye, wî got: “Weşandina vê pirtûkê ji bo rêzgirtina ji rêwîtiyekê ye ku tijî xizmet, dilovanî û baweriyeke zexm bûye û ev rêwîtiya mirovî pêşkêş dike. Hemû xizmetên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji gotinek Barzaniyê Nemir çavkanî girtiye, ku wî gotiye: ‘Rûmet û Şanaziye ji bo mirov ku xizmetkarê miletê xwe be’.”
Herwiha eşkere kir ku Cenabê Serok Barzanî di dema hevdîtinekê de ligel karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gotiye: “Hûn pira stratejîk a di navbera dîroka rêbaza Barzaniyê Nemir û milet de ne.” Di vê derbarê de wî got: “Ev gotin berpirsiyariyek mezin bû li ser milên her yek ji me li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, û ev jî motîvasyona nivîsandina vê pirtûkê bû.”
Wekî ku wî behs kir, pirtûk ji du beşên sereke pêk tê. Beşa yekem pênaseya karê xêrxwaziyê dike û behsa felsefeya karê xêrxwaziyê dike. Beşa duyem jî analîzkirina karê xêrxwazî ye di navbera helwesta şaristanî û mirovî de. Qebareya pirtûkê navîn e û 105 rûpel e.
Piştre, birêz Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel xêrhatina amadevanan, destxweşî ji birêz Îsmaîl Ebdulazîz re kir ji bo vê berhema hêja û bedew. Wî herwiha got: “Xwedayê mezin me hez dike, ku ev karê xweş, karê xêrxwaziyê, ji me re kiriye nesîb. Civak û mirovên me di warê karên mirovî de dewlemend in û bê dudilî û bi wêrekî ez dibêjim: Di hemû dema ku me di warê mirovî de kar kir û tecrûbe bi dest xist, tu miletek bi qasî gelê Kurdistanê dest vekirî, dil vekirî, bexşîner û mêvanperwer ji bo mirovahiyê nîne. Û ev gotina hemû wan gerok, nivîskar, kesayetî û siyasetmedaran e ku bi çi sedemê dibe bila bibe hatine Kurdistanê û civaka Kurd dîtine, û dema ku vegeriyane, bi hurmeteke mezin behsa wan exlaq û helwestên gelê Kurdistanê kirine.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha tekez kir ku “bi serbilindî erkeke mezin li ser me hatiye spartin, ew jî karê xêrxwazî ye, û em serbilind in ku karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji erkê xwe zêdetir ketine ruhê felsefeya bexşînê û karê mirovî, ku gelek caran di bîranîn û cejnan de û di gelek şev û rojên xwe de ji ber kar û çalakiyê dûrî malbatên xwe derbas kirine.” Di dawiya axaftina xwe de jî, careke din pîrozbahî û destxweşî li nivîskarê pirtûka “Karê Xêrxwaziyê Rêyên Avakirina Neteweyê Ronî Dike” kir.
Di beşa dawî ya merasîmê de, birêz Sabîr Reşîd, nivîskar û çîroknivîsê Kurd, di derbarê vê pirtûkê de axivî û destnîşan kir ku ev berhem di pirtûkxaneya Kurdî de cihê xwe digire. Wî herwiha hin têbînî û pêşniyaran pêşkêş kirin da ku di çapa duyemîn de werin berçavgirtin.




























