Di bin çavdêriya Dr. Şaxewan Ebdullah, Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê de û bi amadebûna Dr. Îbrahîm Semîn, Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Botan Tehsîn, Rêveberê Saziya Kurdistan Chronicle, û hejmarek ji parlamenter, kesayetiyên akademîk û çalakvanên sivîl, roja Sêşemiyê, 14ê Cotmeha 2025an, li Encûmena Nûneran a Iraqê li Bexdayê, romana “Şerên Dawî yên General” ya bi zimanê Erebî hate danasîn.
Romana “Şerên Dawî yên General” ji aliyê nivîskar û romannûsê navdar ê Kurd Jan Dost ve hatiye nivîsandin, ku ev berhema wî ya hevdehê ye. Naveroka romanê ji bo vegotina têkoşîna Mistefa Barzaniyê Nemir hatiye veqetandin.
“Şerên Dawî yên General” (bi Erebî: Axir Mearikel Ceneral) wekî ku li ser bergê paşîn ê romanê hatiye nivîsandin: “Ev roman çîroka generalê herî naskirî yê Kurd di dîrokê de vedibêje, Mele Mistefa Barzanî, ew rêberê ku di sedsala bîstan de di têkoşîna rizgariya Kurd ji bo azadiyê de şopeke nejibîrkirî hişt.”
Herwiha hatiye gotin: “Ev roman tenê li ser kesekî nîne, lê li ser neteweyekê ye ku têkoşîna wê ya berdewam di kesayetiyekî karîzmatîk de pêk hatiye û di dawiyê de veguheriye efsaneyek rasteqîn.”
Jan Dost, helbestvan, nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd, di sala 1965an de li Kobanê, li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Zanîngeha Helebê beşa Biyolojiyê qedandiye. Ji sala 2000an ve li Almanyayê dijî. Di destpêkê de bi nivîsandina helbestan dest bi kar kiriye û yekem dîwana wî ya bi navê (Qelaya Dimdim) di sala 1991an de li Almanyayê hate weşandin, paşê di heman salê de li Stenbolê jî belav kir. Herwiha (Dîwana Jan) li Dubaî û Stenbolê çap kiriye. Çend pirtûk ji Kurdî wergerandiye Erebî, wek Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku navê wê kiriye (El-Dur El-Semîn Fî Şerh Mem we Zîn), di çar çapan de li Şam, Beyrût û Dihokê hatiye weşandin. Paşê pirtûka (Edet û Resûmatnameya Ekradiyê) ya Mela Mehmûdê Bayezîdî û romana (Mîrname) û romana (Labîrenta Cinan – Metahîya Cin) ya Hesen Metê ji bo projeya El-Kelîme kiriye Erebî û li Ebû Dabî hatine çapkirin. Ev ji bilî wergerandina romana (Mîjabad) û (Martînî Bextewer) ji bo zimanê Erebî. Paşê du roman bi zimanê Erebî nivîsandin, bi navê (Dem Elê El-Mî’zene) û (Eşîq El-Mutercim). Herwiha gelek helbestên Seyyab û herdu romanên (Mehabad Ber Bi Olîmpiyada Xwedê) û (Per) yên Selîm Berekatî wergerandiye Kurdî. Paşê pirtûka (El-Hedîqe El-Nasirîye) ji Farisî wergerandiye Erebî û (Qamûsa Bedayi’ El-Lûxe) jî ji Farisî wergerandiye Kurdî. Romana wî ya hevdehê jî (Şerên Dawî yên General) e û naveroka wê ji bo vegotina têkoşîna Mistefa Barzaniyê Nemir hatiye veqetandin.
















