Di meha Hezîrana îsal de zêdetirî 600 kesî ji xulên pîşeyî, perwerdeyî û hunerî sûdmend bûn

Vekirina xulên (kursên) curbecur di nav kampên koçber û penaberan de berdewam e û tenê di meha Hezîrana îsal (2026) de, zêdetirê 600 kesî ji xulên pîşeyî, perwerdeyî, hunerî û hwd. sûdmend bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), tevî nemana alîkariyên rêxistinên navdewletî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di vekirina xulên perwerdeyî, pîşeyî, hunerî û hwd. de li nav kampên koçber û penaberan û li derveyî kampan jî berdewam e. Ev xul bandoreke berçav li ser jiyana beşdarbûyan dikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her di meha Hezîrana îsal (2026) de, ji bilî vekirina xulên alîkariya yekem, hawarhatina bilez û pêşkêşkirina semînerên rûbirûbûna maddeyên hişbir ku bi hezaran kes jê sûdmend bûn, karî di xulên pîşeyî, perwerdeyî, hunerî û nehiştina nexwendewarî de 602 kesan sûdmend bike.
Xişteya (Tabloya) cih, cureyê xulê û hejmara sûdmendan:

CihCureyê XulêSûdmendRêkeft
Kampa KewirgoskFêrbûna sertraşîn (berberî)10kes3/6/2026
Kampa BarikeDirûtin û karê destî36 jin14/6/2026
Kampa Darê ŞekranZimanê Îngilîzî15 zarok15/6/2026
Kampa KewirgoskZimanê Îngilîzî18 zarok15/6/2026
Kampa KewirgoskKarê destî11 jin11/6/2026
Kampa BasirmêDirûtin12 jin17/6/2026
Kampa Quştepe Muzîk, kompîtur û nîgarkêşî83 kes21/6/2026
Kampa GewîlanBîrkarî (matematîk)12 xwendekar22/6/2026
AmêdîDirûtin15 jin23/6/2026
AkrêBirêvebirina Stresê (Stress Management)25 karmend24/6/2026
DihokAlîkariya Yekem (First Aid)285 karmend24/6/2026
Kampa AkrêZimanê Îngilîzî25 xwendekar28/6/2026
Kampa Basirmê Semîner30 kes30/6/2026
Kampa Domiz 1 û 2Xula pîşeyî ya kamerayên çavdêriyê26 kes28/6/2026
Koma Giştî ya Sûdmendan602 kes

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo encamdana projeyên xwe yên curbecur, pişta xwe bi standardên xebatên rêxistinî yên cîhanî girêdaye. Li gorî wan sektorên ku li cîhanê serkeftî bûne kar kiriye û li gel wê jî, li gorî pêdiviyên civaka me plan danîne û biryar daye ku bi awayekî berdewam li ser wan bixebite.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî giringiyeke zêde bi dirustkirina binke û senterên rewşenbîrî, hunerî û pîşeyî daye, bi taybetî di kampên koçber û penaberan de. Di wan senteran de bi dehan cure xul û rahênan bo fêrxwazan tên vekirin daku bi wê rêyê bibin xwedî kar û pîşeyekî bo xwe û dahata wan a taybet hebe.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêya navendên xwe yên rewşenbîrî û perwerdeyên pîşeyî, salane bi sedan xulên pîşeyî (kompîtur, dirûtin, kareba, berhemanîna xorekê, karê destî û hwd.) ji bo fêrxwazan vedike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest