Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi hevkariya AvaMedica, tenê di mehekê de 294 karton derman û pêdiviyên pizîşkî bo nexweşxaneyên Rojava dabîn kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo piştgirîkirina sektora tenduristiyê û baştirkirina xizmetguzariyên pizîşkî li Rojavayê Kurdistanê, bi hevkariya AvaMedica, di destpêka meha Hezîrana îsal (2026) de, derman û pêdiviyên pizîşkî li ser çendîn navendên tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê dabeş kirin, ku bi vî awayî bûn:
60 karton derman û pêdiviyên pizîşkî bo Nexweşxaneya Giştî ya Dêrikê.
10 karton derman û pêdiviyên pizîşkî bo Navenda Pizîşkî ya Çil Axa.
9 karton derman û pêdiviyên pizîşkî bo Navenda Pizîşkî ya Dêrûna Axê.
40 karton derman û pêdiviyên pizîşkî bo Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hesekê.
Her wiha di roja 06/07/2026an de, 75 karton derman û pêdiviyên pizîşkî bo Nexweşxaneya Giştî ya Parêzgeha Hesekê hatin dabînkirin û radestî rêveberiya nexweşxaneyê hatin kirin. Bi vî awayî di dema mehekê de 294 karton derman li ser nexweşxaneyên Rojava hatine dabeşkirin.
Ev alîkariyên mirovî û tenduristiyê pengaveke giring in ji bo piştgiriya navendên tenduristiyê û dabînkirina pêdiviyên pizîşkî yên bingehîn, daku xizmetguzariyên baştir û bi bandortir pêşkêşî welatiyan bikin.
Sektora tenduristiyê yek ji wan sektoran e ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî giringiyeke tevahî dayê û berdewam plansazî jê re kiriye. Bi hevkarî û hevbeşiya bexşîneran, xizmeteke berçav di vê qonaxê de pêşkêşî xelkê navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê kiriye.
Sektora tenduristiyê giringiyê dide tenduristiya laşî, derûnî û civakî bi rêya dabînkirina xizmetguzariyên pizîşkî wek pişkinîna pizîşkî, neştergerî, dayîna dermanan, dabînkirina pizîşkan, avakirina binkeyên tenduristiyê û dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê bo parastina xelkê. Ev hemû li gorî rêkarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) tên kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar li ser avakirin û nûjenkirina binkeyên tenduristiyê, kampanyayên hişyarkirina parastina ji nexweşiyên veguhêz û dirustkirina nexweşxaneyên gerok dike.
Di salên borî de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêya bexşîner, welatên alîkar û rêxistinên cîhanî, roleke mezin di dabînkirina amûr û pêdiviyên curbecur ên tenduristiyê de lîstiye. Ev çalakî derveyî Herêma Kurdistanê jî girtine nav xwe, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ku heta niha jî pêşkêşkirina xizmetguzariyên pizîşkî berdewam e; wek klînîkên gerok û dabînkirina derman û pêdiviyan bo nexweşxaneyan.
Li ser ferman û raspardeya cenabê Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ligel serhildana aloziyan û koçberbûna hezaran malbatan li Rojavayê Kurdistanê, kampanyayeke berfireh a mirovî bo komkirin û gihandina alîkariyan dest pê kir. Ev hewla niştimanî bi mebesta sivikkirina barê giran ê koçberan û xelkê xwecihî yê herêmê hat encamdan.
Bi amadebûna Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tîmên meydanî, karwanên alîkariyê bi rêya deriyê sînorî ya “Sêmalka” gihîştin Rojava. Tîman şev û roja xwe xistin yek û di destpêka sala 2026an de bi hevahengiya ligel (Heyva Sor) dest bi dabeşkirinê kirin. Tevî tengahiya kolanan û astengiyên hatûçûna barhilgirên mezin, tîman dest ji kar berneda û alîkarî veguhestin ser otomobîlên biçûktir daku bi lez bigihînin destê xelkê pêwîstî pê heyî.
Xizmetguzariyên dezgehê tenê li Qamişlo neman, belkî bajar û bajarokên Hesekê, Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Efrînê û gundên derdora wan jî girtin nav xwe. Bi taybetî giringiyeke mezin hate dayîn bo koçberên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li Helebê ku çendîn caran tûşî koçberiyê bibûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karî di demeke kurt de van amaran tomar bike:
415 barhilgir alîkariyên curbecur ên xorek û nexorekî.
29 hezar û 70 malbat ji alîkariyên mirovî sûdmend bûn.
370 hezar û 245 lître sotemenî (mazot) li ser 9.682 malbatan hat dabeşkirin.
29 hezar û 70 danên xwarina germ bo koçberan hatin dabînkirin.
8.707 kes di wergirtina çareseriya pizîşkî û dermanan de sûdmend bûn.
1.483 kesan derfeta kar bi dest xistin.
Ji bilî alîkariyên rojane, di roja 25/02/2026an de zêdetirî 3 ton derman bo nexweşxaneya niştimanî û nexweşxaneyên Amûdê hatin dabînkirin. Di warê xorekê de jî, 200 ton ard (arvan) bo firnên Qamişlo hatin dabînkirin ku bû sedema berhemanîna 3 milyon û 360 hezar nanî û li ser welatiyan hatin dabeşkirin. Her wiha di meha Remezanê de jî, xwarina fitarê bo hezaran kesî di mizgeft û dibistanan de hat amadekirin.
























