Li ser raspardeya Serok Barzanî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em amadene bi alikariya lêqewimiyên erdheja bajarên Tirkiyê ve biçîn
Li şeva înê 24.01.2020 zincîreyek erdhej li welatê Tirkiyê rûda û bi wê sedemê jî 22 kes canê xwe ji destdan û nêzîkî 1000 kesên din jî birîndar bûn û ziyaneke mezin li ber xaniyên hemwelatiyan ketine.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serxweşiyê li qurbaniyên erdhejê dike û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwaze.
Dezgeh wekî erkê xwe yê pêşîn bi hemahengiyê li gel Heyva Sora Tirkî û aliyên peywendîdarên dewleta Tirkiyê amadeye hevkarî û hawarhatina bi lez bigihîne qurbaniyan û malbatên ziyanmendbûyên erdhejê û ew êşa bi ser wan da hatiye hevkar û palpiştê wan bê.
Cihê bi bîranînê ye, li sala 2011 erdhejeke bi hêz li bajarê Wanê rûda û bi wê sedemê hejmareke zêdeyê qurbanî û malwêranî û rûxana mal û avahiyan lêket, piştî rûdanê li ser raspardeya Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 400 xaniyên karavane bi hemû pêdiviyên xwe ve şande bajarê Wanê û sîte û komelgehekî ji bo wan malbatan avakir ku xanî û malê wan bi sedema erdhejê ji destdabûn û niha jî Dezgeh amadeye her çi zûtir hevkariyên miroviyan bigihîne ziyanmendên erdheja vê dawiyê ya bajarên Tirkiye