DXB RÊZLÊGIRTINÊ PÊŞKEŞÎ SÊ KESAYETIYÊN LI EWRUPA KIR

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêz li helwesta hemû kesayetiyan digre ku li çend salên derbasbûyî da li dirûstkirina peywendiya li navbera koçber û lêqewimiyan û rêxistin û dezgehên pêşxistinên navdewletî de kêmasî nekirine.

Her yek ji birêzan Dr Dilawer Xalîd Ajgeyî Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa, Karwan Tahîr Cemal û Xisro Ajgeyî Nûner û Karmendê Bilind Nûnerayetiya Hikumeta Herêma Kurdistanê Brîtanya li çend salên derbasbûyî de cihê destê wan li warê mirovî da diyare û roleke serekî li nasandina rêxsitinên navdewletî bi xelkê lêqewimî û koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hebûye.

DXB rêzlêgirtinê pêşkêşî her sê Nûnerên Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û hewl û keda wan ya li berev pêşvebirin û bi hêzkirina peywendiyên di navbera rêxistinan û xelkê lêqewimî û baştir kirina rewşa koçber û penaberan bilind nirxand.

Li rêkefta 07.08.2019 Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser vexwendineke fermî ya Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya beşdarî li hevdîtina salaneya grûpa Parlementerên dostên Kurd li Parlemena Brîtanya kir ku bi beşdariya çendîn kesayetiyên Kurdistanî û Iraqî hatibû rêkxistin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest