Derman ji bo wargehên penaberan tê dabînkirin

Li projeyekî hevbeş ya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha LDS ya Amerîkî derman û pêdiviyên tendirustiyê pêşkêşî binkeya tendirustiya wargehên penaberan li parêzgeha Hewlêrê tê dabîn kirin.

Îro rêkefta 04/07/2019 li çarçêweya projeyê da derman û pêdiviyên tendirustiyê bi amadebûna nûnerên Dezgeha LDS û DXB pêşkêşî binkeya tendirustiya Dareşekran hate kirin ku ev binke ji aliyê Fermangeha Tendirustiya Parêzgeha Hewlêrê birêve diçê.

Di derbarê projeyê birêz Ken B. Asay Nûnerê Dezgeha LDS got: “Me peywendiyekî gelek baş li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heye û çendîn projeyên hevbeş bi pêkve bi cîh dikîn. Îro jî li virîn heta ku derman pêşkêşî penaberên li wargeha Dareşekran bikîn û li paşarojê de jî projeya me ji bo wargehên Basirme, Kevirgosk û Quştepe berdewam dibe.”

Birêz Dr Ebas Serpereştiyarê Kerta Tendirustiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rola Dezgeha LDS bilind nirxand û di derbarê projeyê de got: “Pêdiviyên pizîşkiyan pêktînin û derman û pêdivî û taqîgehên dev û diran û pêdiviyên mehekî yên binkeyên tendirustî pir dikin û heta salek ev proje berdewam dibê.”

Dezgeha LDS çendîn projeyên hevbeş li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêvedibe. Li rêya projeya Çavdêriya Xwediyê Pêdiviyên Taybet ve salane wîlçeyr û ekaze û rêrewe û gelek pêdiviyên dinê kêmendaman dabîn dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest