Rêkefta 26.08.2021 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêzan Prof Dr Cewher Serokê Zanîngeha Selahedîn û Dr. Îdrîs Ragirê Kolêja Zanistên Îslamiyên Zanîngeha Selahedînê, rêwresma wajokirina girêbesta dirustkirina avahiya Kolêjên Zanistên Îslamiyan ya Zanîngeha Selahedîn ku ji aliyê dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî ve 3 milyon û nîv dolarên Amerîkî ji bo wê hatibû terxankirin, rêkxistin û paşê li civîneke rojnamevaniyê da naveroka projeyê û girîngiya projeyê ku yekemîn care Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser asta xwendina bilind da projeyeke wiha pir girîng encam dide xistin rû.
Qonaxeke nû li kar û çalakiyên me da destpêkir
Li destpêka civîna rojnamevaniyê da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û tîşk xiste li ser ragihandina projeya dirustkirina avahiya Kolêja Zanistên Îslamî ya ser bi Zanîngeha Selahedîn û ragihand: Gelek spas ji bo amadebûyên birêz Prof Dr Cewher Serokê Zanîngeha Selahedîn û Dr. Îdrîs Ragirê Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Selahedîn.
Birêz Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê: Îro Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qonaxeke dinê projeyên xwe radigihîne ku projeyeke cûdaye ji projeyên din ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji berê de pê rabûye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl daye li hemû warên jiyanê xizmetê pêşkêş bike, bi taybetî ew pira bi hêz bîn ku xelkê Kurdistanê û ew kesên ku hez ji navê dezgehê û peyama dezgehê dikin, çavê wan lê ye ku pireke bihêz bê ji bo hemû aliyên jiyanê bi taybetî li warê perwerde û xwendin, bi taybetî xwendina bilind ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve girîngî pê hatiye dayîn. Îro şanaziyê dikîn ku îro projeyeke girîng radigihînîn, bi taybetî li vê rewşê de ku rewşeke nebaş ya aborî ye, me herdem hewl daye erkê ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sivik bikîn, li heman demê de jî xizmetguzariyê pêşkêşî welatiyên Kurdistanê bikîn.
Spasî bêpayan ji bo dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî
Her wiha Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê: Spasiyeke zêde ji bo birêz Konsolê Dewleta Kuweytê ku hewleke zêde daye ji bo encam gihîştina vê projeyê û her wiha gelek spasî taybetî Komeleya Hawar Hatina Kuweytî dikîn ku li wê demê de bi dirêjahiya dirustbûna rewşa koçber û penaberan, berdewam hevkar û piştevanê projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûne û cihê wan diyare û birêz ve temaşa keda wan dikîn.
Proje bi 17 mehan temam dibe
Di derbarê bi cîhkirina projeyên dirustkirina avahiya Kolêja Zanistên Îslamî ya ser bi Zanîngeha Selahedîn, birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste li ser çend mijarek û balkişand li ser wê yekê: Komeleya Hawar Hatina Kuweytî sponseriya bi cîhkirina vê projeyê dikîn û sê milyon û nîv dolarên Amerîkî ji bo wê hatiye terxankirin û li heman demê de heta 17 mehan proje temam dibê ku pêkhatiye ji dirustkirina Kolêja Zanîstên Îslamî, bi hemû pêdiviyên xwe ve, ev proje ji aliyê Serokayetiya Zanîngeha Selahedîn û Encumena Serokayetiyê ve proje hatiye amadekirin û li dawiya projeyê da hejmareke ber bi çav xwendekar ji vê projeyê sûd werdigrin û salane hejmareke zêde xwendekar têda dixwînin û xwendinê temam dikin.
Em xweşhalîn ku bûne cihê baweriyê û baweriya komek ji deste û rêxistinên xêrxwazî yên li asta cîhana Îslamî û welatên Ewrupî ku wiha kiriye roj bi roj projeyên me mezintir û berfirehtir bin û berdewam bîn li xizmetkirina xelkê Kurdistanê.
Projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên jiyanê da reng daye
Paşê birêz Prof Dr Cewher Fetah Seîd Serokê Zanîngeha Selahedîn di derbarê girîngiya projeyê gotarek pêşkêş kir û ragihyand: Bi navê Serokayetî û Encûmena Zanîngeha Selahedînê gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku berdewam li warên cûda cûda yên jiyanê de projeyên xêrxwazî encam dided, yek ji wan waran jî pêkhatiye ji dirustkirina Kolêja Zanistên Îslamî ya li Zanîngeha Selahedînê ku pêwîstiyeke zêde bi vê kolêjê hebû, hêvîdarîn bikarîn pêkve ew proje di dema diyarkirî da tê bi cîhkirin. Her wiha gelek spasî Komeleya Hawar Hatina Kuweytî dikîn ku palpiştiyeke mezin ya vê projeyêne û budceyeke mezin ji bo dirustkirina avahiyê terxan kiriye.
Ev proje girîngiyeke xwe ya zêde heye
Paşê birêz Dr. Îdrîs Qadir Ragirê Kolêja Zanistên Îslamî gotarek pêşkêş kir û ragihand: Gelek spas ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û spasî hevkaran dikim li vê dezgehê ku bûne cihê baweriyê ya ji bo wergirtina vê projeyê bi hevkarî li gel Zanîngeha Selahedînê ku ew jî dirustkirina Kolêja Zanistên Îslamî ye, ev proje girîngiyeke xwe yê zêde heye û gelek pêwîst bû. Spasiyeke zêde ji bo Komeleya Hawar Hatina Kuweytî dikîn ku cihê destê wan li rûyê hevkariya mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê xûyaye. Ev proje, yekem projeye li warê xwendina bilind da ku tê dirust kirin ku cihê destxweşî û pêzanîna meye.