Rapora çalakiyan û hejmara sûdmendan li meha 8 ya sala 2021
Li meha 8 da me çi kiriye?
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çalakiyên xwe yên li meha 8/2021 li gor amar û hûrgiliyan eşkere dike,
li çarçêweya birêvebirina projeyan da xizmetê bi hejmareke ber bi çav ya li welatiyên navxweya Kurdistan û
Iraqê û koçber û penaberên wargeh û derveyê wargehan kiriye. Li gor wan zanyariyan bi giştî (266) proje û
çalakiyên cûr bi cûr da (89.997) malbat ku dike (463.551) kes sûdmendbûne.
Amarên mîştecihên wargehan
Li gor amara dawî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmara nîştecihên wargehên li tixûbên parêzgehên (Hewlêr, Dihok, Nînowa, Silêmanî û Îdareya Germiyan)
pêkhatiye ji (54.694) malbatan ku dike (265.622) kes, ev hejmar li ser wargehan da dabeş bûne û hemû wargeh ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve têne
birêvebirin û bi hevbeşî li gel Komîsyona Bilinda Penaberan û Navenda Hemahengiya Qeyranan ya Parêzgehên Hewlêr û Dihokê.
Li gor hûrgiliyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmara nîştecihên wargehan bi vî awayî dabeşbûne:
Parêzgeha Dihokê li (29.635) malbat ku ji (148.583) kesan pêkhatine.
Parêzgeha Silêmanî li (4.391) malbat ku ji (19.609) kesan pêkhatine.
Îdareya Germiyan li (403) malbat ku ji (1.568) kesan pêkhatine.
Parêzgeha Nînowa li (10.783) malbat ku ji (52.458) kesan pêkhatine.
Parêzgeha Hewlêrê li (9.482) malbat ku ji (43.404) kesan pêkhatine.
Kertên karkirina li meha 8/2021
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeyên xwe da li (10) kertên cûda de (Birêvebirin û hemahengiya wargehan, parastin,perwerde û pêşxistin, penageh, tendirûstî, jiyanewanî, nexorekî, yarmetiya nexdîneyî, asayîşa xorek û av û avero û pêşxistina paqijiyê û kertên din da)xizmetê bi çînên civaka Kurdistanî û koçber û penaberan kiriye.
Sûdmend kî bûn?
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kar û projeyên xwe da bi bê cûdahî kar li ser xizmetkirina çînan dike, li vê çarçêweyê da herdem hewl daye zêdetirîn malbat û kesên hêja ji projeyên wê da sûdmend bin. Li gor (266) çalakiyên li meha 8/2021 da li gor cûreya sûdmendan hevkariyê pêşkêşî (463.551) kesan kiriye, bi vê cûreya xwarê ve buye:Penaber, ew malbat û kesan li xwe digre ku li wargeh û derveyê wargehan da nîştecihin, li vê mehê da hevkarî pêşkêşî (8.814) malbat ku dike (44.508) kesan hatiye kirin.Koçber, ew malbat û kesan li xwe digre ku li wargeh û derveyê wargehan da nîştecihin, li vê mehê da hevkarî pêşkêşî (81.179) malbat ku dike (416.061) kesan hatiye kirin.Nîştecihên navxweyî, ew malbat û kesên kêmderamet û nedaran li xwe digre ku li Herêma Kurdistanê da dijîn, li vê mehê da hevkarî pêşkêşî (4) malbat ku dike (2.982) kesan hatiye kirin.
Sûdmendên li gor Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi armanca gihandina alîkarî û hevkariyên ji bo malbat û kesên kêmderamet, li bajarên (Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Nînowa) Nivîsîngeh vekiriye û tîmên wan rojane li pêşwaziya wan çînan dikin ku bi mebesta navnivîsîn û hevkarîkirinê serdana wan dikin.Sûdmend li gor Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha 8/2021 bi vî cûreya xwarê bûye ku zêdetirînê sûmendbûyan dikevê tixûbê îdariya Nivîsîngeha Hewlêrê ku têda pêkhatiye ji (57.468) malbat ku dike (292.317) kesan, ev rêje vedigerê ji bo hebûna hejmarek wargehên koçber û penaberan û heman demê de ew projeyên bi hevbeşî li gel xêrxwazan û bexşer û sponseran da li vê tixûbê da têne bi cîh kirin.
- Nivîsîngeha Dihok, bi giştî sûdmend li vê mehê de pêkhatiye ji (32.529) malbatan ku dike (171.092) kes, li hemû kertan de hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.
- Nivîsîngeha Silêmanî (-) malbat ku dike (14) kes li hemû kertan de hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.
- Nivîsîngeha Kerkûk (-) malbat ku dike (95) kes li hemû kertan de hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.
- Nivîsîngeha Nînowa (-) malbat ku dike (32) kes li hemû kertan de hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.
- Nivîsîngeha Germiyan (-) malbat ku dike (1) kes li hemû kertan de hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.
Binkeyên Tendirûstiyê
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha koçber û penaberên tixûbên parêzgehên Hewlêr û Dihokê Binkeyên Tendirûstiyê bi hevbeşî li gel rêxistinên
cîhanî û welatên alîkarbexş kiriye ku rojane pişkinîn û çareserî û derman ji bo nexweşan dabîn dikin. Ji niha de li wargehên (Berdereş, Xazir, Hesen Şam)
Binkeyên Tendirûstiyê hene û hemû ew hevkariyên li meha 8/2021 hatine encamdan têda (5.617) kes sûdmendbûn.