Bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna rewş û guzeraniya penaberên Rojavayê Kurdistanê li wargeha Quştepe ya tixûbê parêzgeha Hewlêrê, şandeke rêxistina WFP serdaneke meydanî li wargehan encamdan û û biryare projeya yarmetiya xorekî bi cîh bike.
Rêkefta 01.09.2021 ji bo aşnabûn û zêdetir wergirtina zanyariyên li ser debar û rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê li wargeha Quştepe, şandeke rêxistina WFP ku ji xanima (Kurîn Flecher) Berpirsa Herêmî ya rêxistinê li Rojhilata Navîn û Asya û Bakûrê Efrîqa û Ewrupa pêkhatibû, serdana wargeha penaberên Quştepe kir û ji aliyê Cîgirê Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê û Birêveber û karmendên wargehê ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Li hevdîtina her du aliyan de ji aliyê Birêveberê wargeha Quştepe ve bi kurtî li ser bar û guzeraniya penaberên wargehê xiste rû û tîşk xistin li ser wan kêşe û giriftên rûbirûyê nîştecihên wargehê dibin û li gel ew xizmet û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo penaberan encamdaye ji bo şanda mîhvan rûnkir.
Li beranber da şanda rêxistina WFP tîşk xiste li ser pêşxistina hevkariyên xorekî ji bo penaberan ku ew jî xwe ji projeya dabînkirina pere dibînê û rêxistina navbihûrî hevkariya maddî ji bo mebesta kirîna xoreka mehane pêşkêşî penaberên wargehê dike.
Hêjayî gotinêye, wargeha Quştepe li sala 2013 hatiye dirustkirin û taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê birêvebirin.
Rêxistina WFP hevkarîkirina penaberan pêş dixe
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest