Dihok… Amêr û pêdiviyên xweparêziyê li ser 5 nexweşxaneyan da têne dabeş kirin

Bi merema rêgirîkirina zêdebûna virusa Korona (kovid-19) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî di gel dû rêxistinên cîhanî, amêr û pêdiviyên tendirustiyê ji bo 5 bingehên tendirustiyê li tixûbê parêzgeha Dihokê dabîn dike.
Li rêkefta 02.09.2021 ji ber belavbûna virusa Korona (kovid- 19) li Herêma Kurdistanê rojane bi sedan kes tûşî vê virusê dibin û bi dehan kes jî bi vê egerê canê xwe ji dest didin. Bi merema pirkirina wan kêşeyên ku di kerta tendirustiyê da heye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Sez û Badden-Wurttemberg pêkve di projeyekê girîng ya tendirustiyê da amêr û pêdiviyên xweparêziyê ji virusa Koronayê li ser 5 nexweşxaneyên parêzgeha Dihokê da (azadî, xweparastin, nexweşxanya Emergency, nexweşxaneya Korona, nexweşxaneya wargeha Bacid Kendala 1 da dabeşkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest