Rêkefta 01.09.2021 li wargeha Herşem ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bi amadebûna birêzan Nî Ruçî Konsolê Giştî yê welatê Çîn
li Herêma Kurdistanê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê li civîneke rojnamevaniyê da
tîşk xistin li ser wan kar û projeyên ku welatê Çînê li rêya Konsolxaneyê ve pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê û koçber û penaberan
kiriye û paşê hevkariyên wî welatî pêşkêşî nîştecihên wargeha Herşem kirin.
Peywendiya di navbera welatê Çîn û Hikumeta Herêma Kurdistanê bihêztir bûye
Li destpêka civîna rojnamevaniyê Konsolê Giştî yê welatê Çînê gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku li destpêka damezrandina Konsolxaneya Komara Mîllî ya Çînî li sala 2014 li bajarê Hewlêrê, em li gel we bûn û li gel we me cenga li şerê
dijî Daîş û çendîn kar û çalakiyan encamda. Li du karwanên hevkariyên ku me pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bexşî, hinek ji wan kelupelên pizîşkî û jeneratorên kehrebayî bûn, her wiha li destpêka serhildana virusa Korona kovid-19 welatê Çînê yekem welat bu ku me hevkariya pizîşkî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û şanaziyê pêve dikîn, heta ku niha welatê Çînê zêdetirê 2 milyon mask û 130 hezar qurçikê mask û 10 hezar paketên pişkinînê li gel çendîn keresteyên dinê pizîşkî pêşkêş kirine. Her wiha balkişand li ser wê yekê û got: Li gel serhildana virusa Korona peywendiya di navbera welatê Çînê û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê bihêztir bûye û pêkve dicengîn li dijî rûbirûbûna virusa Korona û her wiha li warên avadankirin û aborî û xweşguzeraniya civakî da hevkar dibîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hêsankariyeke zêde ji bo me kiriye
Paşê birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Xweşhalîn îro li wargeha Herşem bi hevkariya li gel birêz Konsolê welatê Çîn wajoya wergirtina (1.500) paketên ciluberg û pêdiviyan kir, xweşhalîn ku herdem li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi wê hemahengiya ku heye ji bo dabînkirina pêdiviyên nîştecihên van wargehan, lê belê gihandin û rêkxistina hevkariyan,
eger tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya Hikûmetê nebûya bi piştrastiyê ve me nedikarî wekî pêwîst wan hevkariyan bigihînin.Her wiha spasî welatê Çînê dikîn ku berdewam pêşengbûne li gihandina hevkariyên ji bo Herêma Kurdistanê, yekem welat bûn ku derziyên li dijî virusa Korona ji bo Herêma Kurdistanê şandin, ji niha de wekî proseyek zêdetirê 130 hezar danên derziyê dabînkirine.
Rewşa penaber û koçberan li rûyê dabînkirina pêdiviyên destpêkî nebaşe
Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîna rojnamevaniyê da balkişand li ser wê yekê û got: Gelek spas ji bo amadebûna birêzan Konsolê Giştî yê welatê Çîna Mîllî û birêz Parêzgerê Hewlêr, îro em li virin ji bo pêşkêşkirina projeyeke din ew jî dabînkirina cilubergên ji bo koçber û penaberan cihê dilxweşiya me ye, mixabin gelek ji rêxistinên hevkariyan ji bo
koçber û penaberan kêmkirine, bi taybetî Wezareta Koç û Koçberên Iraqê, dabînkirina pêdiviyan li asta pêwîst da nîne û li vê dem û kêliyê da dîsa Konsolxaneya welatê Çînê hevkariya me dikin ku berdewam li rewşa Herêma Kurdistanê da hevkarê me bûne,li dawiya sala 2014 wan hevkariyên welatê Çînê pêşkêşî koçber û penaberan û Wezareta Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine cihê pêzanînê meye û ev palpiştî hêvîdarîn berdewam bê. Rewşa penaber û koçberan li rûyê dabînkirina pêdiviyên destpêkî de nebaşe, wekî xwarin, daxwaz ji Wezareta Koç û Koçberên Iraqê dikîn ku li dabînkirina xoreka ji bo wan de berdewam bê. Her wiha got: Serok Barzanî berdewam kerem kiriye û tekez li ser ewe kiriye koçber û penaber ne mîhvanin, belku xwediyê malin li gel me, em li xizmetê da dibîn ewê li şiyana me de bê xizmeta wan dikîn, lê belê pêwîst dike hemû aliyek pêkve hevkariyên zêdetir pêşkêş bikîn.Her wiha tîşk xiste li ser hejmara nîştecihên wargehan û ragihand: Ji niha de zêdetirê li 35 wargeh li Herêma Kurdistanê da hene û nêzîkî yek milyon koçber û penaber li Herêma Kurdistanê da hene, ew qeyran û rewşa nebaş ya aborî û belavbûna virusa Korona bandora xwe li ser hevkariyan hebu û hêvîdarîn rêxistin berdewam bin li gel me bi
pêşkêşkirina hevkariyên zêdetir yên ji bi koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê.