Projeyekî dinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku salane li cejna Qurbana pîroz û bîranîna ji dayikbûna pêxemberê Îslamê (SXL) encam dide, pêkhatiye ji dabeşkirina goştê xêrê ji bo xelkê hejar û kêmderametê navxweyî ya Herêma Kurdistanê û koçber û penaber jî li nav wargehan da hatine sûdmend kirin. Li rêkefta (01/01//2018 heta 31/12/2018) bi (81407000) dînarên Iraqî goştê xêrê li ser (5000) malbat ku dike (25645) kes da hatiye dabeşkirin, Ev proje bi hevkarî li gel xêrxwaz û karsaz û kompanyayên Kurdistanê ve birêve diçê û armanca vê projeyê li wê da xwe dibînê ku zêdetirê malbatên hejar û her wiha ew malbatên li nav wargehan da nîştecîhin têne hevkarî kirin. Ji bo wê yekê bi cîhkirina vê projeyê bi rêjeyekî ber bi çav malbat têne sûdmend kirin
