DAXUYANIYA DXB DI DERBARÊ GIRTINA BERPIRSÊ NIVÎSÎNGEHA DXB LI ŞINGAL

Li roja yekemê dagîrkirina Şingalê ji aliyê terorîstên Da’îş ve me wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(DXB) li rêya firoke û otombêlan ve hevkariya mirovî gihand xelkê serbilindê Şingalê û tenha dezgeh jî bûyîn ku me xelkê sivîlê wê deverê bi tenê nehişt. Ji bo wê yekê ji nêzîk ve pêdiviyên wan yê wekî av, kareba, xwendingeh, binkeyên tendirustî û ciluberg û xorek penagehan ji bo wan dabîn bikîn me nivîsîngehek li ser çiyayê Şingalê vekiribû.

Di dema encamdana vê erka mirovî da, çendîn car ji aliyê çekdarên PKK ve rêgiriyê li tîmên me hatine kirin û êrîşî nivîsîngeha dezgehê ya li ser çiyayê Şingale hatiye kirin. Lê belê ji bo wê yekê ku bikarîn berdewambîn li xizmetkirina xelkê devera Şingalê me bêdengiyê li beranber çekdarên PKK hilbijard û roj bi roj me zêdetir hevkariyê pêşkêşî xelkê wê deverê kiriye û li konferansên navdewletiyan da dengê Şingalê û Şingaliyan me gihandiye rêxistinên mirovî yên cîhanê. Lê belê mixabin diyare çekdarên PKK li ser helwesta nemirovaneya xwe berdewamin û roja (28\04\2019) di dema pêşkêşkirina hevkariya xelkê Şingalê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Dêra Lêbraskaya Amerîkî êrîşî ser karmendên me û Berpirsê Nivîsîngeha DXB li Şingalê kirin û ew zîndanî kirin.

Di demek da bi tundî vê helwêsta çekdarên PKK şermezar dikîn, heman demî de ji bo raya giştî radigihînîn ku êdî nikarîn berdewam bîn li pêşkêşkirina hevkariya xelkê devera Şingalê, ji ber ku reftarê çekdarên PKK li Şingalê rêgiriye bi tundutîjiyê û dijî xelkê sivîlê devera Şingalê û rêxistinên xêrxwazî û miroviyên navxweyî û navdewletiyane. Eve jî wiha dike jiyana xwebexş û karmendên dezgeha me li metirsiyêda bê.

Daxwaz ji Hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekgirtî û hêzên hevpeymanan û rêxistinên mirovî yên li cîhanê dikîn rê nedin grupên çekdarên devera Şingalê li wê navçeyê bikin qada gengeşeyên xwe. Ji ber ku xelkê sîvîlê Şingalê pêwîstiya wan zêdetir bi hanave çûn û baştirkirina rewşa jiyan û binyatnana jêrxana deverê heye‌.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
30\04\2019

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest