Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya korbenda mirovî ya Yekîtiya Ewrûpayê kir

Li rêkefta 19 – 20 meha Gulanê Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê Dezgehê li Ewrûpa beşdariya korbenda miroviyên Yekîtiya Ewrûpayê li Brukselê kir. Ev korbende bilindtirîn platforma miroviye li ser asta Yekîtiya Ewrûpa ku salane rewşa mirovî li cîhanê ji aliyê serkirdeyên siyasî û şarezayên warê pêşxistina navdewletî du mijarên serekî ku dîblomasiyetê li rêya karê mirovî û rêbazeke yekgirtî di dema hestiyar da gengeşe dikin. Îsal Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî vexwendiyê vê korbendê ku li korbendê de ji bilî beşdariya guftûgoya li ser rewşa mirovî bi giştî berpirsê peywendiyên dezgehê ji bilî çend guftûgo û civînên bi bepirsên Yekîtiya Ewrûpa û rêxistinên mirovî yên navdewletî encam da û bi taybet hilbijartina rêya mirovî ji aliyê Herêma Kurdistanê ya ji bo nêzîk kirina cûdahiyan û dariştina bingeha pêvajoya aştî bi pêkve jiyana li navçeyê da. Welatên Yekîtiya Ewrûpa û rêxistinên mirovî bi girîngî kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kurdistan û Iraq û navçeyê de bilind dinirxînin. Ji ber hevkariyên berdewam yên dezgehê yên ji bo koçber û penaberên nîştecihê Herêma Kurdistanê û gihandina hevkariya berdewam ya Suriye û Rojavayê Kurdistanê û welatên din dezgehê li qada navdewletî de wekî rêxistineke navdewletî ya li Rojhilata Navîn muamele pê re tê kirin.
Her wiha Berpirsê Dezgehê li Ewrûpa serdana nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Ewrûpa li Brukselê kir û ji aliyê birêz Dr Dilawer Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa ve hate pêşwazî kirin. Diyare Nûnerayetiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewrûpa û Amerîkayê palpiştiyeke bihêz bune li pêkanîna peywendiyên rêxistinên civaka medenî ya Herêma Kurdistan û cîhanê. Nûnerê Dezgehê ji bo xizmeta dîblomasiya li Kurdistanê destxweşiyê li Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpayê kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest