Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Derman û Pêdiviyên Pizîşkî ji bo Nexweşxaneyên Qamişlo Peyda Dike

Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Qamişlo, di 04.05.2026 de derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî Nexweşxaneya Giştî ya Qamişlo kir. Alîkarî ji van pêk dihat: (10 karton derman, şeş karton cil û bergên pizîşkî û yên nexweşan, pênc karton sirinc û 100 doşek, 100 betanî, 100 balîf û sepetên xorekê û çirayên şarjê).

Her wiha di 13.05.2026 de bi hevkariya Kompanyaya Ava Medica 20 karton derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Klînîka Hilêliyê ya li Qamişlo peyda kir.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, her ji destpêka derketina şer û çêbûna rewşeke aloz û nebaş û koçberbûna bi hezaran malbat li Rojavayê Kurdistanê, li ser ferman û pêşniyara Cenabê Serok Barzanî, kampanyayeke berfireh ji bo berhevkirina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û di zûtirîn dem de dest bi belavkirina wan hat kirin.

Hawar Hatin û xizmetguzariyên tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, ji bo koçber û xelkê xwecihî li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê di nav bajarê Qamişlo de sînordar man li bajar û bajarokên (Hesekê, Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Efrînê) û gundên derdora wan jî li xwe girtin. Paşê alîkariyên rojane li ser xelkê xwecihî û hejar û kêmdebar hatin belavkirin.

Di berdewamiya çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê û bi hevrêziya digel Heyva Sor a Kurdî (Heyva Sor), di 25.02.2026 de zêdetirî sê ton derman ji bo Nexweşxaneya Niştimanî û nexweşxaneyên Amûdê hatin peyda kirin.

Tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî piştî vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Qamişlo, di gihandina xizmetguzariyê û pêşkêşkirina alîkariyên curbecur de berdewam in.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest