Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Perwerdeya Herêmê du projeyên girîng ên perwerdeyî radigihînin

Bi amadebûna Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Alan Heme Seîd, wezîrê perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîneke rojnamevaniyê de, du projeyên girîng ên warê perwerdeyê hatin ragihandin; projeya yekem nûjenkirina 15 dibistanan e, ku bi temamî hatiye bicîhkirin û ji bo sala nû ya xwendinê radestî bikarhêneran hatine kirin, projeya duyem, ku dabînkirina 170 hezar kursî û maseyên dibistanê ye, ku sibe dest bi bicîhkirina wê tê kirin û bi çend qonaxan tê bicîhkirin.
Civîna Rojnamevaniyê li ber dibistana bingehîn a Şefeq, ku yek ji 15 dibistanên nûjenkirî ye, di dîroka 22ê Îlonê de birêve çû û tê de girîngiya hevbeşiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Perwerdeyê de ji bo baştirkirina jîngeha xwendinê û dabînkirina pêdiviyên seretayî yên dibistanan hate xistine rû.
Nûjenkirina 15 dibistanan li Herêma Kurdistanê
Di beşa yekem a kongreyê de, wezîrê perwerdeyê amaje bi temambûna projeya nûjenkirin û amadekirina 15 dibistanan kir ku li her sê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Helebceyê hatine bicîhkirin û ji bo sala nû ya xwendinê hatine radestkirin.
Ev proje beşek e ji hewldanên dabînkirina jîngeheke guncaw û ewle ji bo xwendinê û pêşxistina binesaziya perwerdeyî li Herêma Kurdistanê.
Dabînkirina 170 hezar kursî û maseyan ji bo navendên xwendinê
Her di rêwresmê de projeya dabînkirina 170 hezar rehle – mase û kursiyên bi hev ve girêdayî – ji bo navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate ragihandin.
Wek wezîrê perwerdeyê behs kir, di encama bicîhkirina vê projeyê de, ji 340 hezar xwendekarî zêdetir li navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê sûdmend dibin.
Ev proje di çarçoveya hewldanên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de ye ji bo piştevaniya warê perwerdeyê û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên dibistanan tê bicîhkirin û li gorî gotina serokê dezgehê, hewl hatiye dayîn hemû kar bi kalîteyeke baş û pîvaneke guncaw werin pêşkêşkirin.
42 proje û 2,033 çalakiyên perwerdeyî
Di beşa din a civînê de, Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, amaje bi berfirehiya kar û çalakiyên dezgehê di warê perwerdeyê de kir.
Li gorî wan amarên ku ji aliyê serokê dezgehê ve hatin xistine rû, di dema karê kombûna projeyên perwerdeyî de, 2,033 çalakiyên perwerdeyî li seranserê Kurdistanê hatine encamdan û 42 proje hatine bicîhkirin.
Hejmara giştî ya sûdmendan ji van çalakî û projan gihîştiye 486 hezar û 680 kesan û koya mesrefa wan 19 milyar û 99 milyon û 747 hezar dînarê Iraqî bûye.
Ji wê gujmê an ku mîqdarê, 14 milyar û 325 milyon dînar ji aliyê rêxistin û hevbeşên derveyî Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin; ev jî beşek e ji hewldanên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo bihêzkirina hevkariyên navneteweyî û anîna çavkaniya darayî ji bo piştevaniya projeyên perwerdeyî li Kurdistanê.
Piştevaniya mamosta û kadroyên perwerdeyî
Di heman çarçoveyê de, wezîrê perwerdeyê amaje bi rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di rahênan û pêşxistina şiyanên kadroyên perwerdeyî de kir û zelal kir ku dezgeh di rahênana 1,515 mamosta û fermanberên Wezareta Perwerdeyê de beşdar bûye.
Her wiha amaje bi wan hevkariyên curbecur ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku di warê nûjenkirin û avakirina dibistanan, dabînkirina sîstema kehrebê bi enerjiya rojê, dabînkirina pêdiviyên xwendekar û dibistanan û warên din de hatine encamdan.
Mûsa Ehmed: Perwerde ji girîngtirîn warên karê dezgehê ye
Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di axaftina xwe de ji bo medyakaran û amadebûyên rêwresmê got: Dezgeh bi şanazî ve berdewam e di xizmeta civakê û piştevaniya warên girîng ên jiyanê de, bi taybetî warê perwerdeyê.
Bal kişand li ser wê yekê jî ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gelek caran bi kar û xizmetên xwe yên mirovdostane di dema rûdana rewşên nexweş û karesatên xwezayî û mirovî de tê nasîn, lê warê perwerdeyê jî ji destpêka damezrandina dezgehê ve yek ji warên sereke yên kar û xizmetkirinê bûye.
Her wiha got jî: Di dema van kar û çalakiyên perwerdeyî de, dezgehê karî bi hevkariya rêxistin û saziyên navneteweyî û welatên hevbeş, çavkaniya darayî ji bo projeyên perwerdeyî dabîn bike.
Spasiya Wezareta Perwerdeyê ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Di beşek ji axaftina xwe de, wezîrê perwerdeyê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê, spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, serokê dezgehê Mûsa Ehmed, xwebexş û hevbeşên dezgehê kir, ji bo wê hevkarî û piştevaniya ku di warên curbecur ên perwerdeyê de pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê û dibistanên Herêma Kurdistanê kirine.
Ew hevkarî di demekê de berdewam e ku Wezareta Perwerdeyê hewl dide jîngeha xwendinê û binesaziya perwerdeyî li Herêma Kurdistanê baştir bike.
Xwendekar jî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin
Di dawiya rêwresmê de, yek ji xwendekarên dibistana bingehîn a Şefeqê, bi nûnertiya xwendekarên dibistanê, bi deng û reng, taybet ji bo medyaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: Spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ji bo wê xizmetguzariya ku pêşkêşî me kiriye, em jî soz didin ku dibistana xwe paqij û xawên rabigirin û biparêzin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest