Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeyên hawar hatina bi navê bi hanaveçûna ziyanmendên lehiya bajarê Hewlêrê, bi hevkarî li gel parêzgeha Hewlêrê, pêdiviyên navmalê û xorekê dabeş kirin.
Rêkefta 13.01.2022 bi ber barana bi lez û dirustbûna lehiyê hejmarek taxên bajarê Hewlêrê, tîmên hawar hatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî demildest dest bi gihandina hevkariyê kirin ku xwe ji dabînkirina danên xoreka germ pêkdianî ku taxên (Zîlan City, Pîreş, Sêberdan, Bextiyarî, Behirkê, Hewlêra Nû û Şawês) û têda 1500 kes sûdmendbûn û lehiyê ziyan bi malên wan gihandibû. Li qonaxa duyem da dest bi dabeşkirina sûtemeniyê kirin ku her malbatek 100 lîtir wergirtin, heman demê de her li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan ya ji bo lêqewimiyên lehiyê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêkefta 17.01.2022 bi hevkarî li gel navenda hemahengiya qeyranên parêzgeha Hewlêrê û grupa kompanyayên Geliawe, (Sopa, Betanî, Doşek, Xorak, Mafûr û Tebax) pêkhatibû ku ji bo (130) malbatên ziyanmendên li wan taxên ku ji lehiyê ziyan pêgihandibûn dabeşkirin.
Hêjayî gotinêye li rûdana xwezayî ya lehiya meha derbasbûyî da ji bo ziyanmendbuyan dest bi dabeşkirina sûtemeniyê kirin ku her malbatek 100 lîtir wergirtin li gel dabeşkirina paketên xorekê û pêdiviyên dinên navmalê, li gel eve da jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel parêzgeha Hewlêr û navenda hemahengiya qeyranan EJCC, Dezgeha Rewange, hejmarek kompanya û kesayetiyên xêrxwaz û alîkarî û hevkariyên parêzgeha Dihokê, hevkariyên cûr bi cûr ji bo (2.905) malbatên ziyanmendbûyên lehiyê dabînkirin. Li vir da balê dikşînîn li ser wan hevkariyên li vê proseyê da ji bo raya giştî dixînrû: (2790) paketên xorekê, (244700) lîtir nefta sipî, (2218) sopa, (2340) ferşê metir dû ca ku her malbatek 52 metir ji bo wan dabînkirin, (11700) balîf, (11700) doşek, (12740) betanî, her wiha (500) befirgir, (500) tebax, (500) cilşor ku ji aliyê grupa kompanyayên Barz hatibû dabînkirin, (400) butlên xazê, (14720) danên xoraka germ.