Hevkariyên zivistanê li ser koçberên çiyayê Şingalê hate dabeş kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser raspardeya birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karwaneke hevkariyên zivistanê digihîne koçberên ser çiyayê Şingalê, ku ji ber serma û befir barînê li rewşeke xerap da dijîn.
Rêkefta 23.01.2022 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya helmeteke hawar çûnê û mirovahiyê da, li ser raspardeya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karwaneke hevkariyê ku ji (ard, sûtemenî)yê pêkhatibû ji bo 1.300 malbatên koçberên ser çiyayê Şingal û dewrubera wê ku her malbatek kîseke ard(50kg) û 40 lîtir sûtemeniyê wergirtin.
Hêjayî gotinêye ji ber serma û befir barînê koçberên ser çiyayê Şingalê li rewşeke xerapdane û pêwîstiya wan bi alîkarî û hevkariya berdewam heye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya Nivîsîngeha Şingalê ve li Xanesor, bi awayeke berdewam hevkarî û pêdiviyan ji bo wan dabîn dike, lê belê pêwîstî bi hevkariya zêdetirê rêxistinên xêrxwazî û cîhaniyan heye bo ku li demsala zivistanê da bi awayeke aram û bê gîr û girift bijîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest