Bi çavdêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî duyem Palewaniya Navdewletiya Barzanî ya Satrancê birêveçû

Li jêr çavdêrî û bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Yaneya Satranca Xanzad, duyemîn Palewaniya(Şampiyonaya) Navdewletiya Barzanî ya ji bo Satrancê li Barzan birêveçû, Abdulla Elyas bi 5 xal pileya yekem bi destanî.

Li jêr çavdêrî û bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Yaneya Satranca Xanzad, duyemîn Palewaniya Navdewletiya Barzanî ji bo Satrancê, li Barzan birêveçû, piştî xulê jî birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, mertala rêzlênanê bi her yek ji birêzan Hîşam Elî Mihemed Eltahîr Serokê Yaneya Aynî Îmaratî ya ji Satrancê û Zafîr Abdulemîr Mezlûm Serokê Federasyona Satranczanên Iraqê bexşî.
Xul li rojên 4 û 5.11.2023 li devera Barzan birêveçû ku têda 50 yarîzan beşdariya xul ê kiribûn, palewanêtî bi sîstema (Rapîd) ya Swîsrî û 9 raundan birêveçû.
Birêzan Dr. Dilzar Heme Salih Rêkxer û Navbijwanê Navdewletiya Satrancê, diyar Heme Salih Navbijwanê Navdewletî û Kardo Ako Rahêner û Yarîzanê Navdewletî, xula palewanêtiyê birêve birin.

Encama Palewanêtiyê jî bi vî awayî bû ku van birêzên li xwarê bidestanîn:
1. Abdulla Elyas 5 xal
2. Her yek ji Salar Bayezîd, Kirmanc Omer Axa, Enza Xalîd û Ferhad Yunis 4 xal
3. Abdulla Hacî Law 3 xal.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest