Tîmeke projeyên taybet ya ji Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja yekşemê rêkefta 09\03\2025 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Hewlêrê kirin. Mebesta wan beşdarî kirina xwebexşane ya li helmeta paqij kirin û amade kirina sepetên xorekê ya ji bo xelkên hejar ya li meha remezanê bû.
Wekî nerîtek rojên yekşema hemû hefteyek, hemû karmendên dezgehê yên ji hemû nivîsîngehan û nûnerayetiyên li navxwe û derveyê Herêmê jî, helmeteke giştgîr ya paqij kirina jîngehê bi cîh dikin. Cûdahiya vê yekşemê ewe bû ku tîma projeyên taybet yê li Nivîsîngeha Serok Wezîran jî xwebexşane li vê helmetê de beşdar bûn.
Paşê li rêwresmek da li hola civînan ya li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser rol û kar û çalakiyên dezgehê yên li meha pîroza remezanê. Diyartirînê wê bernameyê jî Nûjîne ku bi kurtî ew bername ji guherîna rîşeya jiyana kesên hejar û kêmderamet pêktê. Li babeteke din de, ji bilî wê yekê pîrozbahiyê li xanimên Kurdistan û cîhanê ya bi helkefta roja cîhanî ya jinan (8 ê Adarê) hate kirin deste gul jî li ser xanimên amadebûyên rêwresmê de hate pêşkêş kirin.
Paşê vîdeoya çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li 19 salên derbas bûyî ku li navxwe û welatên din hatine encam dan, hate nîşandan û çepikên rêzgirtina amadebûyan dawiya rêwresma li nava holê bû. Di dawiya çalakiyên wê rojê de jî her du tîm li amade kirina sepetên xorekê ji bo dabeş kirina wan ya li meha remezanê de beşdariyê kirin.
















