“Komelgeha Dayik”, tabloyeke dinê xizmetguzarî û dilovaniyê ye ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li devera serbilindê Soran dinexşêne, himbêzeke vekirî pir bi soz ji bo kesên xwediyê pêdiviyên taybet û lêqewimî dike. Ev komelgeh ji şeş avahiyên taybet bi Peymangeha Nabînayan, Peymangeha Nabihîstan, Navenda Otîzm, Xaneya Bêserpereştan, Xaneya Bisalaçûyan, Xaneya Kultûrî) pêktê. Her yek ji van şeş avahiyan ji kevaleke mirovî rengrêjkirî bi soz û evînî ya dayikane ji bo wan kesên ku xwediyê pêdiviyên taybetin.
Komelgeha Dayik bi dileke germ û himbêzeke pir bi dilovaniyê, dibe mala wan hemû kesên ku bê malin, bi dilovaniyeke dayikane dibê penageh û himbêza zarok û ciwan û pîrên xwediyê pêdiviyên taybet li devera serbilinda Soranê dike.
Komelgeha Dayik li Îdareya Serbixweya Soran li Herêma Kurdistanê li ser erkê cenabê Serok Mesûd Barzanî hatiye ava kirin û li sala 2023 dest bi karên xwe kiriye, xwedî derketin û birêvebirina wê vedigerê ser erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî. Tevahiya xizmetguzariyên vê komelgehê bê beranber û li ser erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî têne pêşkêş kirin.
Peymangeha Nabînayan
Damezraweyeke perwerdehiyê ye ku taybete bi rahênanê, piştgîrî û xizmetguzariyên taybetmend ji bo wan kesên ku nabînin, yan kêm dibînîn. Armanca serekiya vê peymangehê bilind kirina kalîteya jiyan û pêşxistina serbixweyî ye ji bo wan kesên ku kêşeya bînîna wan heye, ji bo ku wekî her takeke dinê civakê jiyaneke asayî birêvebibin.
Peymangeha Nabînayan hewl dide ji bo hêsankariyê li pêşxistina şiyan û karînên wan kesên nabîna bike ku li ser wê kêşeyê de serketî bin ku bi lawaz dîbînin. Ev peymangeh bi awayeke giştî civakeke xizmetguzariya berfireh pêşkêş dike. Programa perwerdehiyê taybetmende li gor pêdiviyên fêrxwaziya kêmdîtinê, fêrkariya li tevger û rasterêkirin, xwendewariya brayel û bikaranîna teknelojiya serdem.
Ji bilî van, ev peymangeh dixwaze jîngeheke piştevan û hêja ava bike ku bawerî û serbixweyî li nav civaka kêmbînayan de birexsêne. Bi pêşkêş kirina çavkanî û rahênanê, pirek li navbera cîhana bînîn û kêmbînînan da ava bike. Eve jî wiha dike takê nebîna û kêmbîna bikarin zêdetirîn şiyanên xwe bi dest ve bînin û çalakane ji aliyên cûr bi cûrên jiyanê de beşdariyê bikin.
Peymangeha Nebihîstan
Saziyeke ji bo desteber kirina pêdivî û mafên taybet yên nebihîstan kar dike, yek ji armanca serekiya vê peymangehê pêkhatiye ji perwerde kirin û piştgîrî kirina wan kesên ku şiyana wan ya bihîstin û axaftinê nîne. Ev sazî taybete bi bilind kirina kalîteya jiyanê û derfetan û hişyariya kultûrî take nebihîstan dibexşe. Bi awayeke giştî li vê peymangehê xizmetguzariyên hêja têne pêşkêş kirin wekî: Perwerde, rahênana pîşeyî, şêwirmendî, dakokîkirin û bernameya kultûrî ku zimanê amaje û şiyana peywendî kirina kesê nebihîst bi cîhana derve ber bi pêşve dibin.
Li vê peymangehê tekez li ser bihêzkirina şiyan û behreya take nebihîst û dabîn kirina wan amraz û çavkaniyên ku pêwîstiyan pê heye dabîn bike, eve jî bi ferahemkirina keresteyên perwerdeyê zimanê amaje û teknelojiya yarmetîder û programên beşdarî kirina civakî pêktê. Armanceke dinê vê peymangehê ji belavkirina hişyariya li nav civakê ji bo rêzgirtina li nebihîstan û parastina mafên wan pêktê.
Navenda Otîzm
Navenda Otîzm ya li Komelgeha Dayik, yekemîn navenda xêrxwaziye li tixûbê Îdareya Serbixweya Soran ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê birêvebirin. Navenda Otîzm bi karmendên perwerdekirî kar li ser şiyandin û rahênana zarokên Otîzmê dike. Şiyana Navenda Otîzmê ji xwegirtina 50 zarokên şebengê Otîzm li temenê di navbera 3 heta 6 salî pêktê.
Ew xizmetguzariyên li vê navendê de têne pêşkêş kirin, ji nirxandin, pişkinîn û destnîşan kirina otîzm û tundî û cûreya wê pêktê. Her wiha danîna bernameyeke hêja ya rahênan û fêrkirina taybet bi mebesta handana zarokên otîzmê bo ku bikarin vegerine nav damezraweyên xwendinê, yan bi awayeke nîv serbixwe li nava civakê de bijîn.
Yek ji taybetmendiyên Navenda Otîzmê ewe ye ku bi awayeke fireh pîsporî kar dike, grûpa Navenda Otîzmê ji pizîşkên pîsporên derûnî, pîsporê zarokan, pîsporê mejî û demar, mamostayên perwerdeya taybet, çareserkarên ziman û axaftinê, çareserkarên laş û mamostayên muzîk û hunerê pêktê. Ew hemû pîspor bi hevre beşdariyê li dariştin û bi cîhkirina bernameyeke hêja ya rahênana dayik û bab û malbatên zarokên otîzmê dikin bo ku aliyek hişyariya wan di derbarê otîzmê de bilind bibê û li aliyeke din jî beşdar bin li proseya rahênan û handana zarokên xwe. Eve ji bilî wê yekê ku armanceke dinê Navenda Otîzmê pêkhatiye ji belavkirina hişyariya li nava civakê bo ku li otîzmê têbigihin û rêzê li cûdahiyên wan bigrin û rêgiriyê li muameleyên xerap bi zarokên otîzm û malbatên wan de bigrin.
Xaneya Bêserpereştan
Xaneya Bêserpereştan li Komelgeha Dayik, sozeke dayikane dibê ji bo himbêz girtina zarok û gedeyên bêserpereştên li tixûbê Soran. Dibe maleke aram û cihê hewandin û jiyan û perwerde kirina wan zarokên bi her sedemek bê dayik û bavên xwe, yan yek ji wan ji dest dane û pêwîstiya wan bi penagekeke arame ji bo jiyan û geşbûn û fêrbûnê.
Xaneya Bêserpereştan li Komelgeha Dayik, dibê ew jîngeha tendirust û aram ya ku bêserpereşt têda derfeta mayîn û xewkirin, xorek, perwerde, fêrbûn, werzîş û çalakiyên civakî ji bo wan tê rexsandin û dibine beşek ji malbatên xweşikê Komelgeha Dayik û xizmeta wan tê kirin, heta ku temeneke diyarkirî û temam kirina xwendinê.
Xaneya Bisalaçûyan
Xaneya Bisalaçûyan li Komelgeha Dayik, erkê çavdêrî û xizmeta wan bisalaçûyan li stûyê xwe digre ku kes û cîheke wan destnîşankirî nîne ku têda bijîn û pêwîstiya wan bi çavdêrî û xizmetê heye. Bi hêviya xizmetkirina nifşên paşerojê li xaneya bêserpereştan, komelgeha dayik dibê malbata mezina wan kesên ku xizmeta nifşa kevin ya vê deverê jî bike ku beşekin ji kultûr û dîroka vê navçeyê.
Bi awayeke giştî erkê xaneya besalaçûn ji dabînkirina penageheke hêja û xorek û çavdêr û xizmeta bisalaçûyan û rexsandina rewşeke baş ji bo tevlîbûna wan bi civakê û rexsandina hela çalakî û xweşguzeranî û xwendin û rewşeke aram û baş ya jiyaneke hêja û şerefmendane pêktê.
Xaneya Kultûrî
Xaneya Kultûrî li Komelgeha Dayik, xaneyeke taybet dibe bi kesayetî û kesên bi ezmûn û bi temenên devera serbilindê Soran. Cîheke dilgire ji bo pêkvebûn û bi serbirina dem û wexteke xweş. Armanca wê komkirina kesayetî û kesên bi ezmûnê navçeyê ye bi navê nûkirina bîranînên wan û pêşxistina bi kultûra pêkvejiyanê û nêzîkkirina nifşê kevin û nifşê nû, cîheke ku mirovan pêşeroj û paşeroja xwe û neteweya xwe lê kom bikin.