Rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li civîneke rojnamevaniyê de, projeya (Azîzan – Kurdistan) radigihîne û kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li meha remezana pîroz de dixe rû.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li rêkefta 04\03\2025 û li civîneke rojnamevaniyê de, projeya (Azîzan – Kurdistan) ragihand. Ewe jî xiste rû ku bi helkefta hatina meha remezana pîroz û bi palpiştiya xwediyê kompanya û kesayetî û xêrxwazên Kurdistanê û li çarçêweya projeya (Azîzan – Kurdistan), bi gujmeya (1.361.440) dolaran li ser (3.562) zarokên azîz (sêwî) de têne dabeş kirin. Wekî behs kir, hejmara azîzan (zarokên sêwî) sûdmendê vê projeyê dibin ku li navxwe û derveya Herêma Kurdistanê jî li xwe digre, ku bi giştî bi vî awayî ye: (Hewlêr 802 azîz, Silêmanî 561 azîz, Dihok 594 azîz, Kerkûk 644 azîz, Helebçe 55 azîz, Germiyan 454 azîz, Şingal 261 azîz û Efrîn 192 azîz).
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li berdewamiya axaftina xwe de spas û rûmetên xwe ji bo xêrxwaz û palpiştîkarên projeyê derbirî, bi taybetî kesên xwedî saman û xêrxwazên li Herêma Kurdistanê û Heyva Sora Îmaratî ku li sala 2012 ve hevkariya zêdetirê 16 hezar zarokên azîz kirine. Ewe jî xisterû ku heta niha zêdetirê 80 milyon dolar wekî hevkariya nexdîne bi zarokên azîz hatiye dayîn. Balkişand li ser wê yekê jî ku beşa duyema projeyê ku zêdetirê 4 milyon dolarane bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî dibe û hewl didîn, berî dawiya meha remezanê li ser zêdetirê 11 hezar zarokên azîz da dabeş bikîn. Behsa ewe jî kir ku li heftiya bê projeya dabeş kirina sepeta xorekê radigihînîn ku zêdetirê 15 hezar malbat jê sûdmend dibin. Hinek dirav jî ji bo malbatên hejar û kêmdahat dabîn dikîn bo ku bikarin ji marketên destnîşan kirî pêdiviyên xwe yên rojane bikirin.







