Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêr

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, zarokên tûşbûyê Otîzmê bi şiyandineke zanistî çareser dike û tekez li wê yekê dike ku zarokên tûşbûyê Otîzmê mafê çareseriya wan heye û wekî zarokên asayî xewn û xeyala wan ya mezin heye û pêwîste girîngiyeke ciddî û bi tevahî bi wan bê dayîn.
Navenda Îmaratî ya Otîzm li Hewlêrê, navendeke nîv xêrxwaziye û tevahiya xizmetguzariyên wê ji bo xelkê kêmdahat bê beranber tê pêşkêş kirin. Li vê navendê de çavdêrî û rahênan û şiyandina wan zarokan tê kirin ku wan şebenga otîzmê heye. Navenda Îmaratî ya otîzmê li meha kanûna duyema sala 2021 an de biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî ku heman demê de Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye hatiye damezrandin û muhleta kar kirinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.
Avahiya vê navendê ji aliyê Heyva Sora Îmaratî ve hatiye ava kirin û ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê birêvebirin. Hewl tê dayîn li paşerojê de ev navend bibê navendeke xwe birêveber. Ji niha de jî yek ji baştirîn navendên Otîzm li Iraq û navçeyê tê zanîn.
Ji niha de bi du danên cûda rahênan bi zarokên otîzmê tê kirin. Mamosta û rahêner li gor sîstema cîhanî û bi bikaranîna bername û programên cîhanî û bi bandor li proseya rahênan û şiyandina wan zarokên otîzmê û rahênana zarokan dikin. Mînaka bernameya wan jî ji programên (ABA, TEACCH, IEP, PECS, Lovaas) ـ e û rahênana werzîşî û fêrkariya muzîk û rahênana cesteyî pêşkêşî zarokên otîzmê tê kirin.
Hemû rahêner derçûyê zanîngehê ne û li beşên peywendîdarên di derbarê otîzmê de bawernameya xwe hene. Her wiha hemû rahêner ji aliyê pîsporên navdewletî û navxweyî çendîn xul û rahênanê wergirtine.
Navenda Îmaratî ya Otîzmê, ji bilî rahênana zarokên otîzmê, bûye navendeke pêgihandina rahêner û kadîran. Li vî warî da jî çendîn xul û rahênan ji bo pêgihandina rahênerên nû hatine vekirin. Her wiha li vê navendê de tîmeke pizîşkan ji pîsporiyên cûda yên wekî (pîsporê mejî û demar, pîsporê derûnî, pîsporê giştî ya zarokan) bi bê beranber û ji nêzîk ve zarokên navendê dibînin û çavdêriya wan dikin. Salane jî geştên taybet û çalakiyên cûr bi cûr ji bo xwendekarên navenda Îmaratî ya Otîzmê têne encam dan.
Tue 10:56 PM
Mîrhac
Mîrhac Mistefa
Tîma projeyên taybet li Nivîsîngeha Serok Wezîran karê hevpar bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re dikin

‌‌Tîmeke projeyên taybet ya ji Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja yekşemê rêkefta 09\03\2025 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Hewlêrê kirin. Mebesta wan beşdarî kirina xwebexşane ya li helmeta paqij kirin û amade kirina sepetên xorekê ya ji bo xelkên hejar ya li meha remezanê bû.

Wekî nerîtek rojên yekşema hemû hefteyek, hemû karmendên dezgehê yên ji hemû nivîsîngehan û nûnerayetiyên li navxwe û derveyê Herêmê jî, helmeteke giştgîr ya paqij kirina jîngehê bi cîh dikin. Cûdahiya vê yekşemê ewe bû ku tîma projeyên taybet yê li Nivîsîngeha Serok Wezîran jî xwebexşane li vê helmetê de beşdar bûn.

Paşê li rêwresmek da li hola civînan ya li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser rol û kar û çalakiyên dezgehê yên li meha pîroza remezanê. Diyartirînê wê bernameyê jî Nûjîne ku bi kurtî ew bername ji guherîna rîşeya jiyana kesên hejar û kêmderamet pêktê. Li babeteke din de, ji bilî wê yekê pîrozbahiyê li xanimên Kurdistan û cîhanê ya bi helkefta roja cîhanî ya jinan (8 ê Adarê) hate kirin deste gul jî li ser xanimên amadebûyên rêwresmê de hate pêşkêş kirin.

Paşê vîdeoya çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li 19 salên derbas bûyî ku li navxwe û welatên din hatine encam dan, hate nîşandan û çepikên rêzgirtina amadebûyan dawiya rêwresma li nava holê bû. Di dawiya çalakiyên wê rojê de jî her du tîm li amade kirina sepetên xorekê ji bo dabeş kirina wan ya li meha remezanê de beşdariyê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest