Mûsa Ehmed: Em 64 Ton Alîkarîya Mirovî Digihînin Çemçemalê û Xwarina Germ Pêşkêşî Welatiyên Navçeyên Ziyanberketî Dikin

Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ragihand ku li ser raspardeya Serok Barzanî, di qonaxa yekem de 64 ton alîkarîya mirovî bi rêya 8 barhilgiran ji bo Çemçemal û navçeyên din ên ziyanberketî hatine şandin û ew ê berdewam bin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, îro Çarşemî (10ê Kanûnê 2025), di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku piştî hişyariyên keşnasî û meteorolojiyê yên di derbarê pêşbîniyên keşûhewayê û rûdana karesatên xwezayî û lehiyan, tîmên wan ên meydanî rasterast ketine amadebaşiyê.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha diyar kir ku piraniya ziyanên li nahiyeya Tekîye ya Çemçemalê, nahiyeya Rizgarî ya Kêlarê û navçeya Lêylanê ya Kerkûkê bûne.
Herwiha tekez kir ku hemû kar û çalakî û gihandina alîkariyan, wê bi hemahengîya tam bi aliyên pêwendîdar ên hikûmetê re li wan navçeyan bêne kirin.
Herwiha destnîşan kir ku ew ê bi rêya rêxistinên navdewletî û navxweyî, sermayedar û xêrxwazan hewl bidin alîkarîya zêdetir ji bo xelkê ziyanberketî kom bikin û hinek ji êş û azar û pirsgirêkên ziyanberketî yên li wan navçeyan kêm bikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest