Li Zanîngeha Tikrîtê nîqaşa teza doktorayê ya taybet bi karên Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî hat lidarxistin

Şandeke Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî bi serokatiya Îsmaîl Ebdulezîz Mistefa, endamê Desteya Kargêrî ya dezgehê, roja yekşemê 17.05.2026an, beşdarî di merasîma nîqaşkirina teza doktorayê de li Zanîngeha Tikrîtê kir, ku taybet bû bi karên Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî di warê geşepêdana berdewam (pêşketina domdar) de.
Teza doktorayê ji aliyê xwendekar (Selahedîn Teha Muhsin) ve hatibû pêşkêşkirin. Piştî nîqaşeke zanistî li ser naveroka tezê û mînaka serekî, ku kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî di warê geşepêdana berdewam de bûn, ji aliyê komîsyona nîqaşê ve bi pileya “Bêhempa” (bi serkeftineke mezin) hat pejirandin.
Piştre şanda dezgehê serdana Enwer Faris Ebd Ezawî, Dekanê Koleja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Tikrîtê kir û ji aliyê dekan ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, Dekanê Kolejê bi girîngî behsa kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî kir û ragihand ku mirov û mirovahî, navenda karên Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî bûne.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest